Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dilawer Zengî: Peqîna Qamîşlo bi Hevkariya Rejîmê Û DAIŞê Pêk Hat


Dilawer Zengi
Dilawer Zengi

Hevserokatiya Îdarên Otonom, li herêmên Kurdan li Sûriyê, li Rojava piştî peqîna bajarê Qamîşlo sê roj weke şîn û xemgînî ragihandin.

Piştî derbasbûna sê rojan biser peqîna Qamîşlo de, Dengê Amerîka pişka kurdî jibo rewşa bajêr piştî sê rojan bizne hevpeyvînek ligel Dilawerê Zengî, serokê Yekîtîya Nivîskaran li Rojava encam da.

Zengî da zanîn ku bajarê Qamîşlo di rewşa xemgînî û bêdengiyê de ye, liv û tevger li bajar nayên dîtin bi tenê herkes beşdariya di konên sersaxiyê de dike, di nava behiya qurbaniyên peqînê de beşdar dibin.

Zengî herwiha da zanîn ku piraniya birîndaran ji nexweşxanan derketine yên ku, birînên wan sivik bûn, nexoşxane û hemû xizmetkar û dixtorên Qamîşlo karek gelek baş û merdane encam didin û li hember bûyerê seferber bûne.

Derbarê çawaniya pêkhatina peqînê de Zengî di wê bawerê de ye ku peqîna Qamîşlo bi hevkariya tundriyên Rejîma Baas û rêxistina terorîst ya dewelta Îslamî (DAIŞ)ê de pêk hatiye.

Zengî gefên hind endamên Baas li Qamîşlo sê rojan berîya peqînê weke belge nîşan dide.

"Sê roj berîya peqînê, gruba radîkal di nava Baasiyan de li bajarê Qamîşlo gef li ewlekariya bajar xwaribûn".

Hevpeyvin li gel Dilawer Zengî
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:06 0:00

XS
SM
MD
LG