Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

2 Rojnamevanên Kurd ku li Ser Kar Canê Xwe Dabûn, ji Alîyê Hevkaran Hatin Bîranîn


Îro salvegera yekê ya kuştina nûçegihanên Ajansa Nûçeyan ya Hawar (ANHA) Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed e.

Her du nûçegihan di 12'ê Cotmeha 2017'an de di encama peqîna tirombîleke bombekirî ya DAIŞ'ê de li gundewarên Dêrezorê jîyana xwe ji dest dabûn.

Rojnamevan Rizgar Denîz jî di heman êrîşê de bi giranî birîndar bûbû û paşê jîyana xwe ji dest da.

Bi vê boneyê hevrê û malbata Mihemed merasîmek lidar xist û hevserokên Yekîtîya Ragihandina Azad Sîpan Can û Evîn Mîrza û jimareke rojnamevan beşdar bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, piştre rêvebirê ANHA'yê Dilşad Cûdî axifî û behsa têkoşîna her sê şehîdan Hogir, Dilîşan û Denîz kir.

Cûdî behsa kesitîya Mihemed û Îbiş kir û got ku ew bi hestê her sê hevalên xwe xebatên xwe didomînin.

Azad Sîpan Can ji got ku ewê hevdîtinê bi koalîsyona navneteweyî re pêk bînin ku fêdakarîya rojnamevanên cangorî were belge kirin.

Rojnamevan Ekreme Berekat ji got ku li Rojava bêtirî 19 rojnamevan, jibo şopandina rastîyê jîyana xwe ji dest dan.

ZO_10_12_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:40 0:00

XS
SM
MD
LG