Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nêrînên Kurdên Stenbul'ê li Ser Bilindbûna Diravên Bîyanî Çi Ye?


Rewşa Aborî li Tirkiyê, Bazarekî bajarê Stenbul

Li Tirkîye bi bilindbûna bihayê diravên bîyanî li hember Lîraya Tirkî bandorên neyînî li ser aborîya wî welatî kirîye. Vê yekê bihaya berhem û amûran jî li Tirkîyê bi awayekî berbiçav zêde kir.

Li gor pêzanînên roja Yekşem'ê 1 dolar 9,69 Lîrayê Tirkî ye û 1 Euro jî 11,19 Lîraya Tirkî ye.

Bi vê yekê ve girêdayî ku bilindbûna nirxê diravên bîyanî û aborîya xirab bandora xwe li ser gel û esnafên Tirkîyê jî kirîye.

Îstenbul jî jibo aborîya Tirkîyê bajarê herî girîng û sereke ye, ku hejmarekî zêde Kurd jî li vî bajarî dijîn.

Gelo Kurdên li Îstenbul’ê li ser rewşa aborîya heyî çi difikirin û jibo çareserîyê çi dixwazin?

Brahîm Bozan firoşkarekê Kurd e, ku ew jî bawer dike qeyranek aborî ya pir mezin li tevahîya Tirkîye heye, ew dibîje, "Êdî li Tirkîye tiştek nema tê kirîn ku her roj bihaya berheman zêde dibe. Berhema îro 20 lîrayî piştî rojekê dibe 30 lîrayê Tirkî ye û nirxê dolar, euro û zêr her ku diçe zêde dibe. Îro em 1.500 lîra kire didin û êdî em nikarin debara xwe bikin."

Evdilselam Ay jî firoşkarekê din yê Kurd e û ew jî ji bilindbûna nirxê diravên bîyanî gazincan dike, "Her ku diçe nirxê diravên bîyanî li hember lîrayê Tirkî bilind dibe û bihaya hemî tiştan zêde dibe. Jiber vê yekê aborîya Tirkîyê têk diçe û gelê Tirkîyê jî her ku diçe xîzan dibe."

Herwiha welatîyê bi navê Ahmet Rêzan Akinti jî got ku aborîya xirab ya Tirkîyê dibe sedema bêkarîyekî mezin wiha pê de çû, "Hemî sektorên li Tirkîyê jiber bilindbûna diravên bîyanî aborî zêde paş ket. Bi vê yekê ve girêdayî jî xwedîyê fabrîqeyan nikarin madeyên xav bikirin û xebatkarên xwe jî roj bi roj kêm dikin. Ev dibe sedema bêkarîyekî mezin û xirabbûna aborîya Tirkîyê."

Kurdên li Îstenbul’ê dijîn dîyar dikin ku jiber polîtîkayên xelet yên hikûmetê yên navxweyî û derveyî welat, dibin sedema sereke ya aborîya xirab.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:30 0:00

XS
SM
MD
LG