Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Arzu Çerkezoglu: Plana Hikûmeta Tune ku Krîza Aborî li Tirkîyê Çareser Bike


Jiber krîza aborî li Tirkîyê gelek şîrket îflas dikin û di du mehên dawî de karmendên ku ji kar hatin derxistin giheşt deh hezar kesan.

Li gor rojnameya Îşçî, di mehên Îlon û Cotmehê de herî zêde karker ji sektora tekstîlê ji kar hatine derxistin û hejmara wan 3,470 kes e.

Herwiha di sektora avakirinê de ji 2,460 karker û di sektora hesin de jî 1,786 xebatkar ji kar hatin avêtin.

Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzu Çerkezoglu dibêje ku sedama van ji kar derxistinan, mercên niha yên aborîya Tirkîyê ne.

“Ev tablo encama polîtîkayên aborî yên Tirkîyê ye. Tirkîyê di nav krîzek aborî de ye. Enflasyon, kêmbûna berhemkarî û ew jî bêkarîya zêde, hîn zêdetir kir.”

Çerkezoglu yek ji sedemên aborîya xirab, girêdana derve û sitandina deynan ji welatên derve dibîne.

“Ev sîstema aborî ji salan ve girêdayî derve ye û ji derve bi deyn dirav hatin standin. Lê, li hember vê yekê ti hilberîn pêk nehatiye.”

Ew bal dikşîne ku bêkarîya mirovên xort ji 20 ji sedê û ya jinan jî ji 30 ji sedê ye û ti planên hikûmetê tuneye ku pirsgirêkên heyî çareser bike.

Çerkezoglu dixwaze ku ji kar derxistinên giştî werin qedexe kirin û jiber vê yekê, qanûneke lezgîn ji parlamanê were derbaz kirin.

XS
SM
MD
LG