Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Diyar Berwarî: Pesend Kirina Yasaya Budceya Îraqê dê Çaksaziyan Cêbicê Bike


Diyar Barwari, endamê parlementoyaÎraqê

Parlementoya Iraqê şeva çarşembê qanûna budceya Federal a sala 2021 pesend kir. Hat ragihandin ku ev bûdce li ser bingeha bihayê neftê hatiye biryar dan, ji bo her bermîlekê neftê dê 45 dolar be û rojane Îraq dê 3.25 milyon bermîlan bifiroşe jibo dabîn kirina budceya 2021ê ku129 Trilyon dînarên Iraqê (89 milyar dolar) in.

Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka (VOA), endamê parlemana Îraqê Diyar Berwarî got ku ev qanun serkeftineke mezin e bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku dê berhema xwe ya neftê li gor destûra Îraqê kontirol bike û bifiroşe.

Wî got jî, qanuna pesend kirî tekezê li ser mûçeyê fermanberên Herêmê û pêgîriyên darayî herêmê jî dike, û dê bibe sedemê cêbicê kirina çaksaziyên pêşniyaz kirî.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:06:19 0:00
Direct link

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG