Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Diyar Barwari: Eger Bazineyên Hilbijartinan Piçûk Bin Kurd dê Kêmtir Dengan Bînin


Diyar Berwarî, Endamê Parlemena Îraqê
Diyar Berwarî, Endamê Parlemena Îraqê

serokwezîrê Îraqê Mustefa Al kazimî dema hat ser desthilatê yek ji biryarên pêşîn, hilbijartinên pêşwext yên Îraqê bû, ku hilbijartinên pêşwext yek ji mercên xwepêşander û xelkê nerazî yê Îraqê bû.

Herwiha di dîdara xwe ya herî dawî da bi nûnera Netewên yekbûyî li Îraqê, Rêberê olî yê şîayên Îraqê Ayetullah Alî sîstanî, piştevanî dabû biryara hilbijartinên pêşwext.

Lê niha danûstandinên nakokbar hene li ser şêweyê sîstema hilbijartinan, kanê dê şêweyê bazneyî û girtî û navendên piçûk bihên erê kirin yan jî yê vekirî weke hilbijartinên derbazbûyî.

Herwiha nîqaşa di navbera layenên siyasî yên Îraqê de li ser şêweyê nû yê pêşbirêkya jibo hilbijartinan xurt dibe, û kanê pênaseyê lîsta ku maf heye hikûmetê pêkbîne di rojeva siyasî ya Îraqê da ye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:54 0:00
Direct link

Di hevpeyvîna ligel Dengê Amerîka-VOA da, Endamê Parlamentoya Îraqê Diyar Barwarî got, pergala nû pitir demokratîke jiber ku rê dide kesan bikevin nav pêşbirkêya helbijartinan lê milmilanê bi lîstên partiyan re ne hêsan e.

Birêz Berwarî got jî, çendî bazineyên hilbijartinan piçûk bin, ewqas Kurd dê kêmtir dengan bi dest bixin.

XS
SM
MD
LG