Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî Desteserkirina Parlementer Akbulut, DJV Hişyarî Dide Rojnamevanan ku Neçin Tirkîyê


Gokay Akbulut, Parlementera Meclîsa Federal ya Almanya. (Courtesy: Gokay Akbulut)
Gokay Akbulut, Parlementera Meclîsa Federal ya Almanya. (Courtesy: Gokay Akbulut)

Yekîtîya Rojnamevanên Almanya (DJV) îro Duşemê bi daxuyanîyekî nivîskî hişyarî da rojnamevanan ku ne jibo kar ne jî bo sedemên taybet serdana Tirkîyê nekin.

DJV ev daxuyanî belav kir piştî derket holê ku parlementera Partîya Çep ya Almanyayê Gokay Akbulut, li Tirkîyê destpêka Tebaxê jiber parvekirinên medya civakî hatibû desterser kirin.

Prof. Frank Überall, Serokê Yekîtîya Rojnamevanên Almanya (DJV)
Prof. Frank Überall, Serokê Yekîtîya Rojnamevanên Almanya (DJV)

"Ev bûyera dawî careke din nîşan da ku otokrasiya Erdogan rexnegirên xwe wekî 'dijminên milîtan yên dewletê dibîne’ û dema derfeta wan hebe zilmê li wan dike," Frank Überall, serokê DJV'ê got.

Überall anî ziman ku li gor agahîyên wan parlementer Akbulut piştî zextên mezin yên hikûmeta Almanyayê hatiye berdan û bal kişand ser xeterîya rojnamevanan.

"Heke tewra parêzbendîya parlamenterî jî kesekî ji desteserkirina binçavkirina li Tirkîyê neparêze, xeterîya ser rojnamevanan pir zêde ye, " Überall got.

Überall bi berdewamî hişyarî da rojnamevanan ka ew neçin Tirkîyê.

“Ger rojnamevanek di nûçe û medyaya xwe ya civakî de Tirkîye, Serok Erdogan yan jî partiya desthilatdar AKP rexne kiribe, divê ji Tirkîyê dûr bisekine," Überall got.

Wî hevdem destnîşan kir ku bilî neçûyînê, her tiştê din wê xeterîyeke nayê pêşbînîkirî be.

Berdevkê Wezareta Derve ya Almanya jî îro bal kişande ser daxuyanîya hikûmeta federal ya ser rewîtîya Tirkîyê, piştî pirsa ser asta xeterîya bo rojnamevanan.

Di wê daxuyanîya Almanya da hate gotin ku li Tirkîyê desteserkirin, girtin, darizandin û qedexeyên derketina derveyî welêt zêdetir têne dîtin, bi taybet dijî rexnegir û kesên bi eslê xwe Elewî û Kurd in.

Almanya herwiha dibêje ku bo tawanbarîyên carnan tenê ecibandineke ser madya civakî bes dike û dibe ku bi bi îdîayên heqareta li Serok Recep Tayyîp Erdogan pêk werin.

Di dawîya wê hefteyê de derket holê ku Parlamenter Gokay Akbulut,
di 3’ê Tebaxê de dema ku çûbû Tirkîyê û bo demke kurt hatibû desteser kirin.

Akbulut, ya ku Kurd û Elewî ye, ragihand ku ew jiber 4 parvekirinên ser medya civakî yên di 2019’an de, bi îdiaya ‘propagandaya rêxistina terorê’ hatibû desteser kirin.

Akbulut ku ji 2017'an û vir ve parlamenter e, li ser medya civakî di derbarê desteserkirina xwe de agahî da û got ku ew natirse.

"Lê xem neke, hûnê bi biryara girtinê min netirsînin," Akbulut got.

Gokay Akbulut ji Dengê Amerîka re ragihad ku ew dema ku bo serdana xizmên xwe yên li Kayserîyê çû Tirkîyê, li balafirgeha Antalya hat dester kirin.

Akbulut herwiha da zanîn ku û piştî berdanê jî ji heman bajarî gelek gefên kuştinê li wê hatine xwarin, ku loma wê serdana xwe kin kir û ji Tirkîyê demûdest derket.

"Ev desterkiririn nikare min bêdeng bike," Akbulut ji Dengê Amerîka re got.

Parlementera Kurd û Elewî herwiha da zanîn ku di Cotmehê de digel şandeke parlementerî wê careke din serdana Tirkîyê bike.

Wezareta Derve ya Almanya ragihand ku hem balyozxaneya li Enqerê û hem jî konsulxaneya li Antalya di dema desterkirina Akbult de bi wê re di têkilîyê de bûn.

"Hikûmeta federal li ser navê wê di asteke bilind de, bi tundî û bi rêyên cuda destêwerdan kir" da ku Akbulut ere berdan, Wezareta Almanya got.

Wezareta Derve ya Tirkîyê bersîva daxwaza Dengê Amerîka ya şîrovekirina van daxuyanîyana heta niha nedaye.

XS
SM
MD
LG