Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Hember Daxwazên Girtina ji Hêla Tirkîyê Nerazî Ye


Wezîrê Dadê ya Almanya, Heiko Maas piştî desteserkirina Dogan Akhanli, nivîskarê Alman yê bi eslê xwe Tirk, bang li li Yekîtîya Ewrupa dike ku pêdaçûnê li ser daxwazên girtinê ji Tirkîyê bikin.

Maas ji gruba medya ya Funke got ku divê di nav Yekîtîya Ewrupa de pirtir dîyalog li ser avakirina helwsteke hember daxwazên girtinê ji Tirkîyê hebe.

“Divê em li ser daxwazên girtinn kesan ji hêla Tirkîyê ve bi berfirehî gotûbêjan bikin. Em nikarin rexnegirên rejîma Tirk, wiha bi sedemên kefyî werin girtin.”

Nivîskar Dogan Akhanli li ser daxwaza Tirkîyê, roja Şemî li Îspanya hatibû girtin û Serokwezîra Almanî Angela Merkel Tirkîye tawanbar kiribû ku sîstema navnetewî ya bo girtina revokan bi çewtî bi kar tîne.

XS
SM
MD
LG