Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran, Rûsya û Tirkiye li Doha Ser Rewşa Sûriyê Kom Dibin


7î Befranbarê, 2024 Civîna Wezîrên Derve yên Tirkiyê (Hakan Fidan), Îran (Abbas Araqçî û Rûsya (Sergey Lavrov) li Doha, Qeter.
7î Befranbarê, 2024 Civîna Wezîrên Derve yên Tirkiyê (Hakan Fidan), Îran (Abbas Araqçî û Rûsya (Sergey Lavrov) li Doha, Qeter.

Dîplomatên di asta bilind de yên Îran, Tirkiye û Rûsyayê roja Şemiyê ji bo danûstandinên ser Sûriyê, li Qeterê kombûn, di demekî de ku hêzên serhildayan beşek ji welat di êrîşeke demûdest de girtine.

Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Araqçî, piştî gotûbêjên li Dohayê ligel hevtayên xwe yên Rûs Sergey Lavrov û yê Tirkiyê Hakan Fîdan, ragihand ku herdu alî li ser destpêkirina "diyaloga siyasî di navbera hikûmeta Sûriyê û grûpên opozîsyona rewa" de li hev kirine.

Her sê welat ji sala 2017an ve beşdarî danûstandinên li Astana bûne ku li Sûriyê çareseriyeke siyasî dixwazin.

Roja Şemiyê, fermandarekî komên çekdar yên Îslamî ku dest bi êrîşên nû yên li dij armancên rejîmê kirine got "hêzên me dest bi qonaxa dawî ya dorpêçkirina paytext Şamê kirine", lê wezareta berevaniya Sûriyê got "ti rastiyek ji bo wan nûçeyênnîne, yên ku dibêjin artêş ji çeperên nêzîkî Şamê vekişyaye."

Beriya civînê, Araqçî got ku wî bi hevtayê xwe yê Tirk û Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al-Sanî re hevdîtinên "gelek zelal û rasterast" kirine.

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, di demên borî de bang li Esed kir ku "bi gelê xwe re li hev bike", doh Înê jî got ku "ew hêvî dike ku pêşdeçûna serhildayan bê bûyer berdewam bike", û da zanîn ku Şam (Dîmeşq) armanca wan e.

Qeterê di destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê de di sala 2011an de piştgirî da serhildayan, lê niha banga bidawîkirina pevçûnan dike û navbeynkariyê ji bo danûstandinan dike.

Di 27ê Mijdarê de, hevbendiya serhildayan bi serkêşiya girûpa Îslamî Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) êrîşek demûdest ji bingeha xwe ya sereke ku Idlibe destpê kir, û bi dehan cih û bajarên stratejîk yên weke Heleb û Hamayê kontrol kirin.


Jîder: AFP

XS
SM
MD
LG