Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komandarê Amerîka li Afganistanê û Talîban Kêmkirina Tundûtijiyê Gotûbêj Dikin


Komandarê hêzên Amerîkî li Afganistanê û serkirdeyên tevgera Talîbanê li Doha ya paytexta Qeterê kom bûn ji bo gotûbêjkirina kêmkirina tundûtijiya li Afganistanê, li gor peyvdarên herdû aliyan ku îro Şemiyê ragihandin.

Kombûna di navbera serkirdeyên Talîbanê û general Scott Miller, ku her wiha komandarê erka piştgiriya çareseriyê ya NATO ye jî li Afganistanê, şeva borî pêk hat.

Kombûn bû di demekê de ku Talîban hêzên Amerîkî tawanbar dike bi binpêkirina rêkeftina ku meha Şubatê di navbera herdû aliyan de hatibû îmzekirin.

Peyvdarê hêzên Amerîkî li Afganistanê ji ajansa Reutersê re got:

“General Miller şeva borî li gel serkirdayetiya Talîbanê kom bû wek beşek ji kenala leşkerî ya ku di rêkeftinên de hatibû avakirin. Ew li dor pêwîstiya kêmkirina tundûtijiyê bû.”

Peyvdarê nivîsîngeha siyasî ya Talîbanê li Doha, wî jî li ser Twîterê got ku kombûnê behsa cîbicîkirina rêkeftinê kir.

Rêkeftina meha Şubatê di navbera Amerîka û Talîbanê de, ew derfeta herî baş a bidawîanîna hebûna leşkerî ya Amerîka ye li Afganistanê.

Li gor Rêkeftinê, dê Amerîka ji Afganistanê vekişê, li beramber gerantîkirina Talîbanê ku çalakiyên leşkerî li wir bêne rawestan.

XS
SM
MD
LG