Wezareta Dadê ya Amerîkayê dibêje yek ji tawanbarên serekî di êrîşa kujer a sala 2012an de li dijî avahîya dîplomatîk a Amerîkayî li bajarê Bingazî li Lîbyayê hatiye girtin û bo Amerîkayê hatiye şandin.
"Îro ez bi serbilindî radigihînim ku FBI yek ji tawanbarên serekî yên êrîşa Bingazî girt," Wezîra Dadê Pam Bondi roja Înê di konferanseke rojnamevanî de li Washington got.
Zubeyr el-Beqûş êvara Pêncşemê bo Amerîkayê hate şandin û tê çaverêkirin ku bi tawanbarîyên "terorîzm, şewitandin û kuştinê" rû bi rû bimîne.
Bondi got: "Emê ticarî dev ji dadwerîyê bernedin ji bo sûcên ku li dijî welatê me hatine kirin."
Di konferansa rojnamevanî de ku Rêvebirê FBI Kash Patel û Dozgera Giştî yê Federal Jeanine Pirro beşdar bûn. Xanim Pam destnîşan kir ku operasyon bi hevkarîya Wezareta Derve û CIA pêk hat.
"Hîn jî kes hene ku destê wan di vî sûcî de hebû û em biryarder ku heta em tawanbarê dawî bibînin," Dozgera Giştî Pirro got.
Di 11ê Îlona 2012an de, Christopher Stevens, balyozê Amerîkayê li Lîbyayê, tevî sê Amerîkîyên din di êrîşa koma terorîst ya Ensar el Şerî'a de li dijî avahîya dîplomatîk a Amerîkayê li Bingazî li Lîbyayê hatin kuştin.
Du kesên din berê li Amerîkayê ji ber beşdarbûna wan di êrîşê de hatibûn dadgehkirin. Ehmed Ebû Xetala di sala 2014'an de ji alîyê Hêzên Taybet ve hate girtin û di sala 2018'an de 28 sal cezayê zindanê lê hate birîn. Mistefa el Îmam jî di sala 2017'an de hate girtin û di sala 2019'an de 19 sal cezayê zindanê lê hate birîn.