Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Endazyarên Silicon Valley bi Şandina Agahîyên Nepen bo Îranê Tên Sûcdarkirin

Wezareta Dadê ya Amerîkayê ragihand ku sê endazyarên Silicon Valley bi dizîna razên bazirganî ji kompanîyên serekî ên teknolojî û veguhestina daneyên nepen bo cihên nedestûrî, di nav de Îranê, hatine sûcdarkirin.

Wezaretê roja Pêncşemê got ku desteyeke sûndxwarinê ya federal sê endezyarên Silicon Valley bi komploya ji bo dizîna razên bazirganî ji Google û kompanîyên din ên teknolojîyê tawanbar kir. Desteyê herwiha ew bi dizîn û hewldana dizîna razên bazirganî, û astengkirina dadmendîyê sûcdar kir.

Her sê kesên ev in: Samaneh Ghandali (41 salî), Mohammad Khosravi (40 salî), û Soroor Ghandali(32 salî). Her sê tawanbar ji bajarê San Jose yên Kalîfornyayê ne û roja Pêncşemê hatin girtin û ji bo rûniştinên destpêkê derketin pêş dadgeha federal li San Jose.

Li gorî gilînameyê, tawanbar li kompanîyên pêşeng ên teknolojîyê yên di warê komputera mobîl de kar peyda kirine. Samaneh Ghandali û xwişka wê Soroor Ghandali berê li Google dixebitîn, berî ku biçin kompanîyeke din ku di belgeyan de bi navê Company 3 tê zanîn. Khosravi, ku hevjînê Samaneh Ghandali ye, di fîrmeke teknolojî bi navê Company 2 de dixebitî.

Wekî beşek ji plana îdîakirî ya dizîna razên bazirganî, tawanbaran karên xwe bikar dianîn da ku bigihêjin agahîyên veşartî û hestiyar. Paşê tawanbaran belgeyên veşartî û hestiyar veguhestin, di nav wan de jî razên bazirganî yên têkildarî ewlekarîya proseseran, krîptografî û teknolojîyên din, ji Google û kompanîyên din ên teknolojî veguhestin alî û cihên sêyem, di nav de amûrên kar ên girêdayî karsazên wan û Îranê jî.

"Wekî ku tê îdîakirin, tawanbar cihên xwe bikar anîn da ku razên bazirganî yên veşartî ji kardarên xwe bidizin," dozger Craig H. Missakian got. "Ofîsa me dê pêşengîya parastina dahênana Amerîkayî bidomîne, û emê bi tundî her kesî bidin dadgehkirin ewên ku teknolojîyên pêşketî yên hestiyar dizîne ji bo qezencên neheq an ji bo berjewendîyên neheq an ji bo berjewendîyên welatên ku dixwazin ziyanê bidin me."

Biryar e îro Înê her sê tawanbar ji bo danasîna tîma parastinê derkevin pêş dadgeheke xwecihî.

XS
SM
MD
LG