Zêdetirî 800 doktorên Îranî raporta fermî ya dewletê ya derheqa sedema mirina keça Kurd, Jîna Emînî bi daxuyanîyekê red kir.
Doktorên ku endamên rêxistina Civata Bijîşkî ya Îranê ne, Serokê Civata Bijîşkî ya Îranê Mihemed Reîszade bi alîkarîya hikûmetê tawanbar dikin.
Ew îdia dikin Reîszade bo veşartina sedema rastîn ya mirina Emînî ya bin destesekirina dewletê, alîkarîya amadekirina raporta bijişkî ya fermî kiriye.
"Mihemed Reîszade nav û hêza rêxistina doktoran bi kar anî ku nîşan bide raportê lêkolîneke rastîyan kiriye û hewil daye ku sedema rastîn ya mirina Jîna Emînî veşêre," daxuyanîya daoktoran got.
Doktorên Îranê dîyar dikin ku raporta komîteyê li pişt derîyên girtî hatiye nivîsîn û ew bawerîya raporta komîteyê nakin.
"Em xemgîn û şermezar in ku Serokê Civata Bijîşkî ya Îranê Mihemed Reîszade erka axlaqî û civakî ya doktoran ya bo parastina gel bîr kiriye," 800 doktorên ku ev daxuyanî îmza kiriye, dibêjin.Emînî, sê roj piştî ku li Tehranê bi sedema binpêkirina qanûna cil û bergên îslamî li Tehranê hatibû dester kirin, di 16’ê Îlonê de li nexweşxaneyê jîyana xwe ji dest dabû.
Şahidên bûyerê ji rojnamevanan re gotibû ku polîsan dema ku ew dibir navenda desteserkirinê, li hindurê otomobîlê li Emînî dixistin.
Polîsên Îranî dibêjin ku piştî wan Emînî bo perwerdekirinê biribû navenda hêzên ewlekarîyê, Emînî li wir krîza dil derbaz kir, lê malbat dibêje ku li ser lingên wê birîn hebûn û ew polîs ji mirina qîza xwe berpirs dibînin.
Îranê di 7’ê Cotmehê de raporta bijişkî ya fermî de mirina Emînî bi sedema mercên berê yên saxlemîya wê girêdabû.
Kuştina Emînî li Îranê bû sedema xwepêşandanên berfireh û bertekên tund yên navneteweyî ku hîn jî didomin.
Rexistinên mafên mirovan dibêjin ku di xwepêşandanan de heya niha pirtir ji 201 kes hatine kuştin ku 23 ji wan zarok in.
Berevankarên mafê mirovan bal dikşînin ku di xwenîşandanên nerazîbûnê de bi sedan kesî birîndar bûne û bi hezaran kesên din jî hatine desteser kirin.