Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doktorên Bê Sînor: Li Nexweşxanên Behreynê, Xwepêşanderên Birîndar Tên Girtin


Doktorên Bê Sînor: Li Nexweşxanên Behreynê, Xwepêşanderên Birîndar Tên Girtin
Doktorên Bê Sînor: Li Nexweşxanên Behreynê, Xwepêşanderên Birîndar Tên Girtin

Komeleka alîkarîyên mirovatî radigihîne ku karbidestên Behreynê nexweşxanan bikar tînin ji bo tirsandina xwepêşanderên li dijî hikûmetê.

Rêkxistîya Doktorên Bêy Sînor ragihand ku hêzên parastina Behreynê li nexweşxanan, nasnama xwepêşanderan eşkere dikin û wan xwepêşanderan digirin ku ji bo çareserî diçin nexweşxanan.

Li gor Doktorên Bêy Sînor, hêzên parastinê berê xwe didin birînên xwepêşanderan ji bo cûda kirina xwepêşanderan li nexweşên din û girtina wan.

Peyvdara hikûmeta Behreynê, Meysûn Sabkar gote ajansa nûçeya fermî wî welatî got ku ragihandina Doktorên Bêy Sînor bêy belgehên berçav e. Sabkar her wiha got ku ev ragihandine, beşek e li gotinên tevgera opozisyonê.

Xwepêşanderên Behreynê daxwaza hilweşandina hikûmetê û ava kirina sîstemeka sîyasî dikin ku desthilateka zêdetir bidete Şîeyên wî welatî, ku piranî ne.

XS
SM
MD
LG