Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kompanîya Dominion Dijî Kanala Fox News Dozê Vedike


Makîneya dengdayînê ya Dominion Voting System li Atlanta, Georgi
Makîneya dengdayînê ya Dominion Voting System li Atlanta, Georgi

Kompanîya Dominion Voting Systems îro Înê dijî televîzyona Fox News dozek vekir, bi sedema ku wê kanalê di weşanên xwe de agahîyên şaş li ser makîneyên wê yên dengdanê yên hilbijartina 2020'an de weşandine

Dominion Voting Systems ragihand ku jiber weşanên Fox News zîyanên diravî giheştine karê wê, loma ew jiber zararên ku çêbûne 1.6 mîlyar dolar dirav ji dixwaze.

Ew doza dawî beşek ji dozen berdewam e ku Dominion Voting Systems dijî jimareke dezgehan vekirine ku ew kompanî bûbû armanca tund ya tawanbarîyên Serokê berê Donald Trump û hevbendên wî ku di hilbijartinê de hîle û sextekarî hatine kirin.

Berpirsên kompanîyê dîyar dikin ku Fox News bi nûçeyên xwe îdiayên bê bingeh, ku dibêjin Dominion dengên hilbijeran guhertine û bûye sedema têkçûna Trump, belavtir kirine.

Kanala Fox News jî ragihand ku ew bi weşana xw eya derheqa hilbijartina 2020'an serbilind e jibe rku ew li gor standartên herî bilind ya rojnamevanîya Amerîkî pêk hatiye.

“Emê hember vê doza bêbingeh xwe li dadgehê bi vîneke xurt biparêzin,” kanalê bi daxuyanêyeke nivîskî ragihand.

XS
SM
MD
LG