20’ê Hezîranê li seranser cîhanê wek Roja Penaberên tê pîroz kirin. Li istana Duhokê 90 hezar penaberên Sûrî hene ku di nav 4 kampan de hatine cîhkirin.
Dîsa, gelekan ji qesta bajêran kirine û jîyana xwe bi awayekî normal diqetînin.
Di vê rojê de çend çalakî li Kampa Domiz hatin encamdan û konsulxana Fransî malek bo hunermendan li kampê dana.
Parêzgerê Duhokê Ferhad Etrûşî û konsulê Fransî Dominique Mas di wê çalakîyê de amade bûn.