Nêzîkî 250 sal berê, lehengên Şoreşa me Daxuyanîya Serxwebûnê îmze kirin, ku tê da lîsteka wêrek ya mafên bingehîn ku Afirînerê me bexşî me kirî pêşkêş dikir. Bi demê ra, digel serxwebûna ku ji şahînşahîya zalim hatî standin, Netewa me dema ku Qanûna Bingehîn erê kirî, ew prensîbên azadî û wekheviyê xistin kanûna Netewa me ya nû. Fikra şoreşgerî ya di dilê wan da - ku hinek mafên takekesî ji destê hikûmetê wêvetir in - li seranserê cîhanê deng veda. Îro, û vê heftîyê, em mafên xwe yên pîroz û mînaka ku wan jibo dîroka mayî danayî pîroz dikin.
James Madison, yê ku teksta Belgeya Mafan nivîsî, di destpêkê da ji pêwistîya cibicikirina mafên taybet bi awayek vekirî di Qanûna Bingehîn da bi guman bû, bawer dikir ku kontrol û hevsengîyên di sîstema me ya rêveberiyê da, dê jibo pêkînana wê armancê bixebitin. Lê wî nirxê ku Belgeya Mafan dikare dabîn bike qebûl kir û xebitî da ku maf û azadîyên takekesî yên Amerîkîyan birastî di qanûna bingehîn ya welatî da cih bigre. Madison bi zanebûn hay jê hebû ku, her çend hikûmetek ku jibo xizmeta gelê xwe hatî damezirandin rast û rewa be jî, "hêz, wekî ku pêwîst e bikeve destên mirovan da, dê her dem îhtîmala binpêkirinê hebe." Jiber vê yekê, ew xebitî ku mafên mirovî yên bingehîn, di nav da mafên kombûna aştîyane, azadîya axivtinê, û azadîya bikarînana olî di nivîsara me ya qanûna bingehîn de bicîh bike, û bi nifşan Amerîkî ji binpêkirinên hikûmetê parastin û bihêzkirin.
Têgihiştina şoreşgerî ya mafên mirovan ku di Daxuyanîya Serxwebûnê de tête dîtin û di Qanûna me ya Bingehîn da hatîye cibicih kirin jibo cîhanê rêyek dabîn kir ku mafên mirovan yên takekesî pêşve bibin. Di sala 1948an da, Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî, Belgeya Mafên me wekî nimûne girtin û Daxuyanîya Gerdûnî ya Mafên Mirovan nivîsî, ku "rûmeta xwezayî" û "mafên wekhev û bingehîn" yên mirovan nas dike. Di destpêka vê salê de, me 45emîn salvegera îmzekirina Peymana Helsinki jî pîroz kir, ku Cîhana Rojava li hember Yekîtîya Sovyetê azadîyên mirovî yên bingehîn yên wisa qebûl kiribûn.
Tevî wan pêgavên girîng, cîhan hêşta jî bi binpêkirinên trajîk yên mafên mirovan ve tiji ye, di nav wan de zordestîya li ser jinan, xebata bi zorê, nîjadperestî, û zordestîya etnîkî û olî. Rêveberîya min li her enîyekê li dijî wan neheqîyan berdevam şer dike dema ku bang li neteweyên din yên serwer dike ku rêzê li mafên bingehîn yên gelê xwe bigirin. Di destpêka vê salê da, min Fermanek Rêvebirîyê ya Pêşîlêgirtina Sansura Înternetê îmze kir, ku azadîya ragihandinê ya Amerîkîyan di medyaya civakî û platformên din da diparêze û pêşve dibe û her wiha dixwaze li dijî binpêkirinên mafên mirovan yên li derveyî welatî şer bike, wekî zîndana girseyî ya kêmahîyên olî li Çînê, ku bi gelemperî bi ewrekî pêzanînên nerast yên ser înternetê dihê nixavtin. Wekî din, min wê dawiyê Fermanek Rêveberîyê ya Pêşvebirina Azadîya Olî ya Navnetewî îmze kir, ku di dîplomasîya Amerîkayê da pêşitîyê dide wê azadîya bingehîn û destnîşan dike ku pêşxistina azadîya olî li derveyî welatî jibo tekoşîna dijî tundûtûjî û tawanên dijî mirovahiyê ku seranserê cîhanê bilind dibe girîng e. Ji Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê mezintir parêzvanek azadîyê nîn e, û em di hewildanên xwe da dê rijd bimînin.
Di dema Roja Mafên Mirovan, Roja Belgeya Mafan û Heftîya Mafên Mirovan da, em rûmetê didin serpêhatîya bêhempa ya Netewa xwe û em welatparêzên ku alîkarîya bidesxistina mafên me yên bingehîn, azadî û nirxên jibo me û paşeroja me kirî pîroz dikin. Her wiha em bi rola ku mîrateya me di pêşkevtin û parastina mafên mirovan da li sernserê cîhanê girtîye serbilind in. Pêbendîya Amerîkayê bo azadîya takekesî û rûmeta mirovî bingehîn e. Em tekez dikin ku prensîbên di Belgeya Mafan da hatine destnîşan kirin bingehîn in, û em jinûve soz didin ku mîrateya wan li welatê me piştrast bikin dema ku em bi berdevamî pêşengîya parastina bihêztir ya mafên mirovan li seranserê cîhanê dikin.
NÛKE, JIBER WÊ SEDEMÊ , EZ, DONALD J. TRUMP, Serokê Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê, bi saya otorîteya ku Qanûna Bingehîn û qanûnên Welatên Yekgirtî daye min, 10ê meha 12, 2020ê, wekî Roja Mafên Mirovan; 15ê meha 12, 2020ê, wekî Roja Belgeya Mafan, û heftîya ku di 6ê meha 12, 2020ê da dest pê dike, wekî Heftîya Mafên Mirovan radigehînim. Ez bangî li xelkê Welatê Yekgirtî yên Amerîkayê dikim ku wan rêzdarîyan bi çalakî û merasimên kêrhatî destnîşan bikin.
BI ERÊKIRIN, Min di wê roja çaremîn ya meha 12, di sala Xodayê me ya du hezar û bîstê, û di sala du sed û çil û pêncem ya Serxwebûna Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê da destê xwe danî lêre.
DONALD J. TRUMP