Serokê Amerîka Donald Trump roja Pêncşemê got ku Amerîka dê di demek nêzîk de ji berê bihêztir, dewlemendtir û yekgirtîtir bibe.
Bi şêweke Onlayn serok Trump beşdarî hilcivîna Korbenda Aborî ya Cîhanî ya li Davos bû, wî ji rêberên siyasî û karsazên cîhanê re got, "Amerîka ji hemû welatên din yên cîhanê zêdetir xwediyê petrol û gaza xwezayî ye û hikûmet dixwaze sûdê jê werbigire."
Wî ji berhemhêner û kompanyayên cîhanî re got, eger ew berhemdariya xwe ne înîn Amerîka, dê neçar bin ku bacê bidin.
Serokê Amerîkî, herwiha daxwaz ji welîehdê Erebistana Saûdî Mihemed Bin Selman kir ku trîlyon dolar ji sermaye xwe li Amerîka bikar bîne.
Trump her wiha bang li Erebistana Saûdî û hilberînerên din yên petrolê kir ku buhayê petrolê kêm bikin.
Trump amaje bi wê yekê da eger ku, ev pêk were, şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de dê yekser bi dawî bibe.
Derbarê hatina koçberên neyasayî bo nav Amerîkayê jî got, şandina hêzên Amerîkî li ser sînorê Meksîkayê dest pê kiriye.
Trump di beşek din yê axaftina xwe de got ku êdî azadiya raderbirînê ya Amerîkiyan weke "Nûçeyên sexte" û "agahiyên nerast," nayên binavkirin.
Trump, bang li welatên endamên NATO'ê jî kir ku ji sedî 5'ê dahata xwe ya niştîmanî ji bo hevpeymaniya leşkerî terxan bikin.
Derbarê şerê Rûsya û Ukrayna de jî wî got ku ji bo bidawîkirina şerê Rûsya û Ukraynayê dê hewl bên destpêkirin.
Roja Çarşemê, Wezîrê Derve yê nû Marco Rubio got ku berjewendîyên neteweyî dê di navenda dîplomasîya Amerîkî ya pêşerojê de bin ji ber ku Serok Trump dest bi gera xwe ya 4 salî ya Koşka Spî dike.
Di daxuyaniyekê de ku bi helkefta destbikarbûna wî hat dayîn, Rubio got ku her lêçûn û hewildanên Amerîkî di karûbarên derve de divê bi bersivdana van sê pirsên hêsan werin araste kirin: Gelo ewê Amerîka ewletir bike? Gelo ew ê Amerîka bihêztir bike? Gelo ew ê Amerîka pêşkeftîtir bike?"
Rubio got, "Ji bo pêşdebirina berjewendiyên xwe yên niştîmanî, em wezareteke derve ya nûjentir û çalaktir ava dikin. Ji bo vê yekê pêwîstî bi hin karên pêşîn, kêmkirina tekezê ser hin pirsan û nehiştina hin çalakiyan heye."