Navenda Niştimanî ya Bahozan a Amerîkî got navenda bahoza Dorian dibê derengê îro Yekşemê bihgihe nêzîkî yan jora beşine ji giravên Bahama.
Pêşbîn e bahoz li giravên Abaco û girava mezin Bahama bixe.
Navend pêşbîniya wê yekê dike ku Dorian derengî Duşemê heta Sêşemê êvarê bi aliyê qeraxa rojhilat a Florîda ve biçe.
Roja Şemiyê li bakurê Bahama hest bi bayê pir ê bahozê bû û hin xelk neçar kirin ku ji malên xwe derkevin û her wiha hin otêl û firokxane hatine girtin, li gor desthilatdaran.
Serokwezîrê giravên Bahama Hubert Minnis di konferanseke rojnamevanî ya tilfizyonî de got:
"Bahoza Dorian a metirsîdar û wêranker, ber bi nîvgiravên me de tê.”
Minnis got diyar e wê bahoz li giravên bakurê rojavayê Bahama ya mezin û Abaco bixe û 73,000 kes û 21,000 mal rastî metirsiyê bike.
Leza bayê bahoza Dorian roja Şemiyê ji 220 kîlometir di demjimêrekê de bo 240 kîlometir zêde bû.