Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Birazîya Qasim Silêmanî û Keça Wê Digire

Desthilatdarên Amerîkayê barzîyeke Qasim Silêmanî, fermandarê mirî yê Îranî, û keça wê girtine piştî ku Wezîrê Derve Marco Rubio belgeyên wan ên mana li Amerîkayê betal kirin.

Wezareta Derve îro Şemîyê di daxuyanîyekê de got: "Hemîde Silêmanî Afşar û keça xwe niha li cem Ajansa Amerîkayê Cîbicîkirina Koçberîyê (ICE) girtî ne." Girtina herdu kesan hate kirin piştî ku Rubio "green card"ên wan betal kirin.

Qasim Silêmanî sala 2020'an di êrîşeke asmanî ya Amerîkayê de li Bexdayê hate kuştin.

Wezareta Derve got ku Afşar piştgirîya rejîma Îranê û propagandaya wê dikir. Wê herwiha got ku qedexe li ser hevjînê Afşar hatibû danîn ku derbasî Amerîkayê bibe.

Ev girtin di demekê de tê ku operasyonên Amerîka û Îsraîlê dijî rejîma Îranê dikevin hefteya xwe ya şeşan.

Wezîrê Derve Rubio got ku Afşar "bi eşkereyî piştgirîya rejîma Îranê dike û xweşhalîya xwe derbirîn kiriye derbarê êrîşên ser Amerîkîyan û welatê me wekî 'şeytanê mezin' binav kiriye."

Wezareta Derve da zanîn ku her di vê mehê de, Rubio mana qanûnî ya Fatima Ardeşêr Larîcanî, keça siyasetmedarê dêrîn ê Îranê Elî Larîcanî, û hevjînê wê Seyid Kalantar Motemedî betal kirin. Herdu kes ji Amerîkayê hatine derxistin û êdî qedexe ye ku derbasî welêt bibin.

Elî Larîcanî, serokê civata ewlekarîya Îranê, meha borî di êrîşeke asmanî ya Amerîka û Îsraîlê de hate kuştin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG