Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dê Hêzên Xwe li Îraqê Kêm Bike


Balyozê Amerîka li Îraqê Douglas Silliman
Balyozê Amerîka li Îraqê Douglas Silliman

Balyozê Amerîka li Bexda Çarşemê di konferansek rojnamegerî de helwestek nû ya Amerîka ya hebûna hêzên leşkerî li Îraqê diyar kir, îşaret bi wê yekê da ku wan plana kêmkirina qebarê hêzên leşkerî heye li Îraqê.

Douglas Silliman , li avahiyê balozxana Amerîka li Bexda di konferansa rojnamegerî de got, hêzên Amerîka li Îraqê hatine kêm kirin, bi taybet li parêzgeha Anbar, nihe bi tenê rolê wan hêzan ewe şîretan bidin hêzên Îraqê.

Berpirsê fermî yê Amerîkî dîsan dibêje"Dê kêm kirina hêzan li Îraqê pêngav bi pêngav pêk bihê, bê ku ciyê wan leşkeran bihê pir kirin".

Wek tê zanîn li roja 28î Mijdara bûrî, wezareta berevniya Amerîka hejmara leşkerên li Îrqê ragihand bûn û got bû ku, wan 8892 leşker li Îraqê hene.

Malpera kenalê Alhurra "MBN" li gûr daxûyaniyên Silliman dibêje, alîkariya Amerîka dê tekezê liser rahênanên hêzên Îraqê bike û alîkariyên mirovatî bide koçberan, heta vedigerin ser cih û warên xwe.

Derabrê alîkariya madî baloyz gotiye, Amerîka 112 milyar dolar li Îraqê terxan kirine, bo herêmên, hatine rizgarkirina û bo hilandina mînan û teqemiyan, zêdebarî alikariyên din yên madî ku, bi rêya Netewên Yekbûyî bo avedankirina Îraqê pêşkeş kirine.

XS
SM
MD
LG