Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Selahattîn Demîrtaş Îro li Enqerê Destpê Dike



Rûniştina yeke ya doza sereke ya Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, ku par di 4’ê Mijdarê de hatibû girtin, îro Înê li Enqere ya paytaxta Tirkîyê destpê dike.

HDP’ê bi daxuyanîyekê ragihand ku 1250 parêzer dê berevanîya Demîrtaş bikin, lê karbidestên Tirkîyê rûniştina li Dadgeha Enqerê rakiriye saloneke Sîncanê ya ku tenê 20 kes tê hiltên.

Parlamentera HDP’ê ya Ayşe Acer Başaran dîyar kir ku ‘’li gor qanûnên Tirkîyê divê darizandin bo herkesî vekirî be, lê êdî dadgeh jî bi biryarên siyasî tevdigerin’’

Bo Demîrtaş, ji tawanên ‘’avakirina rêxistina terorî, birêvebirina wê û pesindana sûc û sûcdaran’’ heta 142 sal heps tê xwestin.

Di salekê de dijî Demîrtaş 33 doz hatin vekirin. Rûniştina doza sereke ya ku Demîrtaş jiber hatiye girtin, dê îro li Dadgeha Cezaya Giran ya 19’an ya Enqerê pêk were.

Di îdianameyê de, ku 501 rûpel e, Demîraş bi rêvebirina Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) tê tawanbar kirin. Serdozgerîya Komarî ya Dîyarbekirê, ku wê ev doza dijî Demîrtaş vekiririye, dixwaze ku hevserokê HDP’ê jiber ‘’birêvebirina rêxistinê’’ cezayê bistîne.

XS
SM
MD
LG