Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

‘Doza KCK’ê’ li Dadgeha Diyarbekirê


Bajarê Diyarbekirê.
Bajarê Diyarbekirê.

19-emîn runiştina roja sêşemê, li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Diyarbekirê hat dîtin. Siyasetvanên Kurd, di vê runiştinêda bi darê zorê anîn dadgehê. Di runiştina bihûrî de jiber ku xweparastina bi Kurdî ya girtîyan nehatibû qebûl kirin, sîyasetvanên Kurd, gotibûn ku ew ê beşdarê runiştina 19’emin nebin.

Siyasetvanên Kurd, serî li dadgehê dabûn ku ew ê beşdarî dozê nebin lê heyeta dadgehê biryara ku “ew ê bi darê zorê bên anîn” dan. Li ser vê biryarê, ji bo dîtina runiştina 19’emin, bi dehan gritîyên dozê, ku di nav de serok bajarvanên BDP’î, parêzvanên mafê mirovan û siyasetmedarên Kurd jî tê hene, bi darê zorê anîn dadgehê.

Hat ragihandin ku girtîyên Doza KCK, di runiştinêda, pirsên ji bo tespîtkirina nasnameyan, bersiva dadger nedan û dadgehê protesto kirin. Li ser navê parêzerên girtîyan, Avukat Cîhan Aydin destnîşan kir ku dadgehê bêalîbûna xwe winda kiriye û ji ber vê yekê jî daxwaza “redê dadger” kir da ku dadger were guhertin. Dadgehê dexwaza parêzeran qebûl kir û jibo vê biryarê, dexwazê hewaleyê dadgeheka dinê kir. Dadger, runiştina Doza KCK’ê taloqê 19’ê meha Avrêlê kir.

Îddiyanameya Doza KCK, ji 7 hezar û 578 rupelan pêk tê. Herwisa 104’ê wî jê girtî, 152 sîyasetvanên Kurd, bi îddîyên “ li dijî yekîtiya dewletê û bi endamtî û rêvebertîya rêxistina terorê ( PKK )” tên tawanbarkirin. Sîyasetvanên Kurd, bi dexwaza cezaya 15 sal ya zindanê tên dad kirin û 104 tawanbarkirîyên dozê, ev du sal in ku di di zindanê da girtî ne.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG