Îro Pênşcemê doza pênc girtîyên Doza Behdînanê li Dadgeha Tawanan ya Duyê ya Hewlêrê hate dîtin.
Çar ji wan kesên girtî jibo salekê hatin ceza kirin, lê jiber ku ji salekê pirtir girtî bûn, hatin berdan.
Kesê pêncan jî bê ku ceza bigire, ji zindanê hate berdan.