Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Rojnamevanên Cumhuriyetê Destpê Kir


Darizandina rêvebir, nivîskar, nûçegihan û karîkaturîstên rojnameya Cumhuriyet ya Tirkîyê, îro Duşemê li Dadgeha Cezaya Giran ya 27'an ya Stenbolê destpê kir.

Ji 19 kesên ku tên darizandin 12 kes girtî ne.

Rêvebirê Giştî yê Cumhurîyetê yê berê Can Dundar, ku yek ji bersûcan e û li derveyî Tirkîyê ye, dîyar kir ku ew bi hevalên xwe yên girtî serbilind e.

"Hevalên me hîn li ber xwe didin. Ew berevanîya rojname, azadîya beyanê û rastîyê dikin" Dundar got.

Hin parlamenterên Partîya Komarî ya Gel (CHP), Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Parlamena Ewrupa jî beşdarî rûniştina yekê bûn.

Berî rûniştinê, koma ku bo piştgirîyê hatibû Dadgeha Çaglayanê daxuyanîyek da.

Dîrektorê Ragihandinê yê Enstîtuya Medya ya Navneteweyî Steven Ellis da zanîn ku ew doza cezakirina kesên dengê xwe derdixînin e. Ellis dîyar kir ger vê hefteyê ceza were dayîn ewê her carê ceza bidin rojnamevanan.

Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglu jî got ku ji zû de ye li Tirkîyê azadîya beyanê tune û ew bûne şahidên hepiskirina gelek rojnamevanan.

Li gor îdianameya ku Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê amade kiriye, bo xebatkarên Cumhuriyetê ji 7,5 heta 43 sal heps tê xwestin.

XS
SM
MD
LG