Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Dijî 108 Rêvebirên HDP'ê Dibe Sedema Fîkarên Nawnetewî


Dîmeneke ji çalakîyên HDP'ê

Li Tirkîyê roja Duşemê darizandina 108 rêvebirên payebilind yên partîya sereke ya alîgirê Kurd Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya welêt destpê kir.

Doza dijî endamên HDP'ê bû sedema fîikar û xwepêşandanên komên navneteweyî yên mafên mirovan.

108 endamên navdar yên HDP'ê li paytext Enqereyê jiber xwepêşandanên tundûtûjiyê yên li seranserê welêt yên di sala 2014'an de ku 37 kes mirin, hatin dadgeh kirin.

Xwepêşandanên wê demê, gava ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) bi armanca dagirkerîyê êrîşê bajarê Kobanê ya Sûrîyê dikir ku bi piranî Kurd dijîn û li ser sînorê Tirkîyê ye, li seren serê welêt pêk hat.

Xwepêşander, jibo ku hikûmeta Tirk dijî DAIŞ'ê destwerdana leşkerî nake, daketin kolanan.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar di daxuyanîya derveyî dadgehê de dîyar kir ku doz bi armancên sîyasî hatiye vekirin.

Sancar doz wekî doza tolhildanê binav kir û got ku ev doz encama kiryarên HDP'ê yên ku bûye sedema têkçûnên hikûmetê ye.

Enqere şervanên Kurdên Sûrî yên YPG'ê ku Kobanê diparêzin bi terorîstbûnê tawanbar dike û dibêje ji milîtanên DAIŞ'ê ne cûda ne.

Hikûmet bi rengekî xurt berevanîya vê darizandinê dike û îda dike ku ev kesana ji kuştinên di serîrakirina 2014'an de, pirsîyar in.

Lê, lêkolêr Emma Sinclair Webb ya Çavdêrîya Mafên Mirovan (HRW) dibêje ku doz perçeyek ji pêyvajoyeke xeter e.

“ Ev doza wek gelek dozên din yên di van rojan li Tirkîyê, bi tevahî sîyasî ye. Ev beşek ji hewildanek bi pirsgirek e ku tawanbarkirina HDP'ê armanc dike.

Bingeha darizandinê li ser axaftinên siyasî hatiye ava kirin û bo domandina vê dozê ti delîlek pêbawer ya xurt tuneye, ” Sinclair Webb got.

108 kesên ku têne darizandin jiber îdayên bi tawanên kuştin, serîrakirin û teşwîqkirina terorê rûbirûyê cezayên zindankirina bi qasî jîyanê ne.

Di nav van kesan de du hevserokên berê yên HDP’ê jî hene, ku jixwe di girtîgehê de ne.

AKPê ya desthilatdar, HDP'ê tawanbar dike ku bi koma serhildêr ya Kurd PKK' ê re têkildar e, ku dijî dewleta şer Tirk dike, lê HDP vê yekî bi tundî red dike.

Nivîskar Sezîn Oney ji tora nûçeyan ya Duvar dibêje siberoja partîyê niha di xeterîyê de ye.

“Dibe ku ev destpêka dawîya HDP'ê be. Karbidestên AKPê gelek caran di cûrbecûr astan de nîyetên xwe yên bo HDP'ê, bi tevahî ji holê rakirina HDP'ê anîn ziman, “ Oney got.

Bi dehan bajarvanên HDP'ê yên hilbijartî jixwe li zindanê ne.

Berevankarên mafên mirovan bi fîkar in ku dozger dibe ku dozekê amade dikin ku bo partîya duduyan ya herî mezin ya opozîsyona Tirkîyê qedexe bikin.

Parêzvanên mafên mirovan yên navneteweyî dibêjin ku destpêkirina darizandinê xetera di derbarê xetera demokrasîya Tirkîyê destnîşan dike.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG