Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hasîp Kaplan: Pirsgirêka Kurd bi Darizandinan Çareser Nabe


Rûniştina Duyê ya Darizandin Doza Kobanî di 18’ê Gulanê de li Dadgeha Cezayê Giran ya Enqerê pêk tê.

Di vê dozê de 28 sîyasetvanên HDP’ê girtî, bi tevahî 108 kes tên darizandin û 200 parêzer jî wê parastina wan dikin.

Lê li gor hiqûqzan û sîyasetvanan di bingeha vê darizandinê de pirsgirêka Kurd heye, loma jî ew rêya çareserîyê di maseya aştîyê de dibînin.

Sîyasetvan û hiqûqzan Hasîp Kaplan jî girtin û darizandinê bi pirsa Kurdî ve giredide.

Li gor Kaplan ger di zagona bingehîn de statuya Kurdan were nasîn, êdî bi darizandinan jî pêwîstî namîne.

“Di bingeha van darizandinan de pirsgirêka Kurd cî digire. Di van rojên dawî de guhertina zagona bingehîn tê gotûbêj kirin. Heke statuya Kurdan di vê zagonê de cî bigire ev mesele çareser dibe.”

Kaplan, operasyonên ku Tirkîye li herêmên Kurdan çêdike jî bi tundî rexne dike û wek kûrkirina neçareserkirina kêşeya Kurd dibîne.

“Bi Kurdan re 38 sal in şer didome, ma heta niha tiştek çareser bû? Ev şer heta qîyametê jî wê neçe. Bi vî şiklî jî Kurd xilas nabin. Jibo vê jî ev operasyon çareserîyê nayîne, lê krîza heyî mezintir dike.”

Kaplan bal dikşîne ser yekîtîya Kurdan û radigîhîne ku heke yektîya Kurdan bibe, dijberên Kurdan jî mecbûr in ku wan cidî bigirin.

“Kurd bi hevre dikarin xwe ji van kêşeyan bifilitînin. Ger Kurd bikanin yekîtîya xwe pêk bînin, îro yên ku Kurdan cidî nagirin wê mecbur bimînin ku êdî bi cidîtir danûstandinê bi wan re bikin.”

ED_17_05_2021_Hasip_Kaplan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:20 0:00

XS
SM
MD
LG