Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûniştina Duyê ya 'Doza Kobanê' Hat Kirin


hevserokê HDP'ê yên berê Selahattin Demîrtaş

Rûniştina duyan ya dijî bi dehan endamên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ku wek 'Doza Kobanê' tê zanîn li Dadgeha Cezayê Giran ya Enqereyê ya li Kampusa Sîncanê îro hate darxistin.

Di dozê de, tevî hevserokê HDP'ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag bi tevahî 108 kes têne darizandin ku ji van 28 jê girtî, 6 kes bi şertê kontrola edlî serbest in û biryara girtina 75 kesan heye.

Doz, bi îdiaya beşdarbûn û rêxistinkirina xwepêşandanên dema rexistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) di 2014'an de erîşê bajarê Kobanê hatiye vekirin.

Di bûyerên ku wek Xwepêşandanên Kobanê yên bi piranî di navbera 6 û 8'ê Cotmeha 2014'an de qewîmîn de, 37 kes hatibûn kuştin.

108 kes, bi 37 tawanên kuştinê û têkbirina yekîtî û yekbûna axa dewletê têne tawanbar kirin ku HDP wan tawanbarîyan red dike.

HDP dibêje ku di wê demê de wan bi rêya têkilîyên bi karbidestên hikûmetê re her tişt tiştêm pêkan dikir da ku xwîn neyê rijandin.

Rûniştina yekê di 26'ê Nîsana 2021an de pêk hatibû û parêzeran xwestibû ku dadwer werin guhertin, lê dadgehê ev daxwaz qebûl nekiribû.

Pisporên ji Delegasyona Tirkîyê ya Yekîtîya Ewrupa (YE) û dîplomatên ji welatên endamê YE'yê doza îro şopandin.

Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Edîrneyê bi bi Sîstema Deng û Dîmenî (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû û darizandin wek 'doza tolhildana sîyasî' bi nav kir.

"Ez xemgîn im ku sîyasetvanên ku jibo aştî, demokrasî û azadîya Tirkîyê fedakarî kirine, di vê dadgehê de wekî tawanbar têne darizandin. Ev doz ne doza Kobanê ye, lê li şûna dê, doza komplo û tolhildana sîyasî ya dijî HDP'ê ye, " Demîrtaş got.

Wî dîyar kir ku ku rojekê, Doza Kobanê dê were vekirin û pirsên rastîn yên karbidestan, dewlet û hikûmetê yên ku komkujî kirine û dane kirin, bêguman wê derkeve holê.

" Lê, bila her kes pêbawer be ku wê deme emê ne li kursîyê wek tawanbar bin,”.

Demîrtaş dadwerên dadgehê rexne kir û got ku ew fermanên Erdogan dişopînin.

"Berîya ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupayê (ECHR) were eşkere kirin. Jixwe Erdogan 40 roj berê gotibû ku ‘dadgeha me wî tiştên pêdivî bi cîh bîne’. Ji hinge ve ku îdianame giheştîye destê we, hûn fermanên wî bi cîh tînin, "Demîrtaş got.

ECHR, di Berfanbara 2020'an de ragihandibû ku zindankirina Demîrtaş ya zedetirî çar salan sînorkirina azadîyên siyasî ya bêdengkirina cûdabîran e. Dadgehê biryara demûdest serbestkirina Demîrtaş dabû.

Civata Mezin ya ECHR'yê jî diyar kiribû ku mafên Demîrtaş di pênc warên cûda de hatine binpê kirin.

Demîrtaş bal kişand ku dadgehê hîn wergera fermî ya biryara ECHR'ê ya ser wî, nexistiye nava belgeyên dozê, lê li şûne de, hin hevokan serûbin kirine.

Heyetên navneteweyî, serokên baroyan, nûnerên partîyên sîyasî û yên rêxistinên civaka sivîl jî bo şopandina dozê li qada dadgehê bûn.

Piştî axaftinên parêzeran, dadgehê heta roja Pêncşemê, 20'ê Gulanê navber da darizandinê.

XS
SM
MD
LG