Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Înîsîyatîfa Malbatên Pirsûsê Derbarê Doza Pirsûsê Daxuyanî Da


Însîyatîfa Malbatên Sirucê (Pirsûs) têkildarî girtina Doza Pirsûsê û lêpirsîna derbarê parêzerên dozê û birîndaran de hatiye vekirin de, li Komela Mafê Mirovan (ÎHD) a şaxê Stenbolê preskonferansek li dar xist.

Yek ji parêzerên vê dozê Sezîn Uçar û bavê qurbanîyekî Mehmet Ozkan di preskonferansê de axifîn.

Sezîn Uçar
Sezîn Uçar

Parêzera dozê Uçar dîyar kir ku di tevahîya dozê de hemû daxwazên wan ji alîyê dadgehê ve hatin red kirin.

“Hem Dadgeha Cezayê Giran 5’an ya Ruha hem jî Dadgeha Qanûna Bingehîn guh neda rastîyan û nehişt ku kiryar werin darizandin. Têkilîya hêza siyasî ya wê serdemê bi sûcdaran re heye. Me xwest ku Ahmet Davutoglu ku serokwezîrê wî demê li dadgehê were guhdarkirin. Lê her carê ev daxwaz hat red kirin. Daxwaza yekane ya anîna gumanbarê komkujîyê Yakup Şahîn ya jibo dadgehê pêk nehat. 34 caran cezayê heta hetayê yê giran li kesekê hat birîn be jî, ev ne darizandin e û biryar têrê nake. Emê têkoşîna dadê bidomînin."

Mehmet Ozkan ku kurê xwe Ugur Ozkan li Pirsûsê hinda kiribû, got ku ji destpêka dozê heta niha hat xwestin ku doz were niximandin.

“Çima kamerayên li cîhê sûc têne girtin? Ahmet Davutoglu çima agahîyên ku di destê xwe de eşkere nake?”

Mehmet Ozkan
Mehmet Ozkan

Hejayî gotinê ye ku di 20'ê Tîrmeh’a 2015'an de dijî Federasyona Komelên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li Navenda Çanda Amara ya navçeya Pirsûsê ku girêdayî Ruhayê ye hatin cem hev û xwestin pêlîstokan ji zarokên li Kobanê re bibin.

Lê, endamekî Dewleta Îslamî (DAIŞ) di dema xwendina daxuyanîya SGDF’ê de bombeya li ser xwe peqandîbû û 33 kes kuştibûn û 104 kes jî birîndar kiribûn.

Rûniştina dawî ya doza komkujîyê li Dadgeha Cezayê Giran 5’an ya Ruhayê hat dîtin. Di 22'ê Cotmehê de biryar hat dayîn û dosyayên bergumanên fîrarî Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî, bi sedema ku lêgerîna wan didome, ji dosyayê hat veqetandin.

Herwiha yekane girtîyê dozê Yakup Şahîn jî tawanên wek “Bi zanebûn bi bombe û bikaranîna çeken nukleerî û kîmyawî, kuştin û birîndarkirin û şewat derxistin” 34 caran cezayê heta hetayê yê giran, dîsa bi heman sedeman 1,890 sal ceza li wî hat birîn.

MEB_11_1_21_Doza_Pirsus
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00

XS
SM
MD
LG