Parlamanterên Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî û Salîha Aydenîz îro Înê çûn serdana girtîyên Doza Kobanê.
Temellî û Aydenîz li Girtîgeha Sîncanê bi jimareke girtîyên Doza Kobanê re rûbirû axifîn.
Her du parlamanteran piştî serdana li pêş girtîgehê daxuyanîyeke hevbeş da.
Aydenîz diyar kir ku biryarên Doza Kobanê sîyasî ne û bi wan biryaran demokrasî hatiye binpê kirin.
‘’Hevalên me yên li girtîgehê dibêjin ku çawa ku wan jibo Kobanê nekeve têkoşîn meşandiye ewê wisa têkoşînê bidomînin. Divê bîragiştî zanibe ku wan moral da me. Emê jî bi têkoşîna wan re biin.’’
Wê got ku jibo têkoşîna demokrasî û azadîyê divê berevanîya Kobanê hebe.
Temellî jî dîyar kir ku bi Doza Kobanê krîza sîyasî hatiye kûr kirin û rê li ber demokratîkbûnê hatiye girtin.
‘’Hevalên me jibo demokrasî û aştîyê têkoşîn kirine. Jibo aştî û demokrasîya Tirkîyê divê meseleya Kurdan bi awayekî demokratîk çareser bibe.’’
Wî dîyar kir ku encamên Doza Kobanê tarî ne û divê ew bi têkoşînê hiqûqê xwe ji wê tarîyê xelas bikin.
Parlamanterê DEM Partî dijî biryarên Doza Kobanê banga xurtkirina berxwedanê kir.
Di Doza Kobanê de ji bo ji hevserokên berê yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş 42 sal û jibo Fîgen Yuksekdag jî 30 sal 3 meh cezayê girtîgehê hat dayîn û biryar hat dayîn ku girtîbûna wan bidome.
Jibo Gultan Kişanak, Sabahat Tuncel, Ayla Akat, Ayşe Yagci û Meryem Adibelli, ku jiber dozê girtî bûn, biryar hat dayîn ku werin berdan.
Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Yilmaz Tunç ser pirseke derbarê biryarên Doza Kobanê ji rojnamevanan re gotibû ku dadgehê bi awayekî serbixwe û bê alî biryar daye.
Tunç dîyar kiribû ku dadgeha dereceya yekê biryara ser Doza Kobanê daye û gotibû hîn peyvajoya îstînaf û pêdeçûnê jî heye.
Jêder: Ajansa Mezopotamya