Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerê Belçîka, Puigdemont û Çar Wezîrên Wî Berdide


Dozgerê Belçîka, rêberê Katalan û çar wezîrên ku ji kar hatibûn derxistin, bi hin şertan berda.

Li gor biryara dozgerîyê, Puigdemont û çar wezîr bêdestûr nikarin ji Belçîka derkevin û pêwîst e ku navnîşanên dê lê bimînin ji karbidestên wî welatî re eşkere bikin.

Puigdemont û wezîrên kevn, piştî dozgerê Îspanya bo wan li seransarê Yekîtîya Ewrupa (YE) biryara girtinê dabû, radestî polîsên Belçîka bûbûn.

Puigdemont, piştî ku Madrîdê li dû referanduma serxwebûnê dest danîbû ser rêvebirîya Katalonya revîbû Belçîka.

Rêberê Katalan dîyar kiribû ku heta ku Îspanya garantîya darizandineke adil nede ewê venegere wî welatî.

Îspanya, bo Carles Puigdemont û wezîran, bi tohmeta ‘’serhildan, cûdaxwazî û karanîna fonên hikûmetê bo tiştên xirab’’ biryara girtinê daye.

Puigdemont û çar wezîrên din divê di nava 15 roj de li Belçîka derkevin pêşberî dadgehê. Belçîka divê Puigdemont û wezîrên wî di nava 60 roj de radestî Îspanya bike.

Piştî parlamentoya herêmî ya Katalonya serxwebûn ragihandibû, hikûmeta navendî ya Îspanya dest danîbû ser rêvebirîya herêmî û hikûmeta bi rêberîya Puigdemont ji erkdarîyê dûr xistibû.

Serdozgerê Îspanya, rêberê Katalan bi serhildanê tawanbar kiribû ku li wî welatî bo wî sûcî 30 sal cezaya hepsê tê dayîn.

XS
SM
MD
LG