Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerên Amerîkî Dibêjin ku Trump Qanûna Bingehîn Binpê Dike


Dozgerên Amerîkî, bi tohmeta ku Serokê Amerîka Donald Trump di rêka şîrketên xwe re ji hikûmetên bîyan pereyan distîne, doz li wî vekirin.

Dozgerên li Maryland û Washingtonê dîyar dikin ku li gor qanûnên Amerîkî, karbidestên dewletê bi ti awayî nikarin ji hikûmetên bîyan pere yan xelatan bistînin.

Trump jiber ‘’bi awayekî eşkere binpêkirina qanûna bingehîn’’ tê tawanbar kirin, lê Qesra Sipî van sûcdarkirinan red dike.

Dozgerê Washingtonê Karl Racine got ku di dîroka Amerîka de ti kesê ku ewqas têkîlîyên wî kar yên tevlihev hene nebûye serok.

Berdevkê Qesra Sipî da zanîn ku siyaseteke partîzan li pişt doza li dijî Trump heye.

Ji xencî vekolînên taybet, Kongres jî pewyendîya Trump û Rûsya ya dema hilbijartina Amerîka vedikole.

XS
SM
MD
LG