Breaking News

Dozgerên Tirk Lêpirsîna Otonomîya Kurdan Dikin

Xwenîşanderên Kurd biryara boykotkirina parlamanterên xwe protesto dikin. Stenbol, Nîsan 19, 2011
Xwenîşanderên Kurd biryara boykotkirina parlamanterên xwe protesto dikin. Stenbol, Nîsan 19, 2011

Dozgerên Tirk dest bi lêpirsîna “otonomîya demokratîk” dikin ku do ji alîyê rêxistineke Kurd ve li başûrê rojhilata Tirkîyê hatibû ragihandin.

Daxuyanî ji alîyê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve, ku rêxistineke sîvanî ya sîyasetvan û bizavkarên Kurd e, roja Pêncşemê li Dîyarbekirê hatibû weşandin.

Tê îdîa kirin ku dozger li dijî çend rêberên KCD’ê hizra vekirina dozan dikin.

Ragihandina otonomîyê li vê demê tê ku girjî û alozîya navbêra Kurd û Tirkan di asta bilind da ye, piştî ku 13 leşkerên Tirk û 7 endamên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) di şerekî de hatibûn kuştin.

Her wiha, asebûneke sondwarinê li parlemanê berdewam e, li navbêra partîya desthilatdar û qanûndanerên Kurd.

Amerîka'yê jî êrîşa Pêncşemê şermezar kir ku li heman demê ku Wezîra Derve Hillary Clinton jibo danûstandinên ser Lîbyayê çû Tirkîyeyê.

Partîya Karkerên Kurdistanê ji sala 1984'an vir ve, şer dike ku welatekî etnîkî ava bike. Di şer û pevçûnan de nêzîkî 40.000 hêzên Tirk û serhildayên Kurd hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG