Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Necmedîn Kerîm: Rewşa Mam Celal Pir Baş e


Serokomarê Îraqê Celal Talabanî û serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî li hewlêrê bi hevre xuya dibin. Nîsan, 28, 2010
Serokomarê Îraqê Celal Talabanî û serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî li hewlêrê bi hevre xuya dibin. Nîsan, 28, 2010

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de Dr. Necmedîn Kerîm radigîhîne ku rewşa Serokomarê Îraqê Celal Talabanî pir baş e û tiştekî xeter li ser saxlamîya wî tuneye.

Dr. Kerîm dibêje, ew hate Amerîkayê ku ji dil, mêjî û damarên ku xwîn dibine mejîyê bide kontrol kirin û heta niha hemî testên ku hatine kirin baş derketine.

Necmedîn Kerîm îdîayên neştergerîyê jî red dike û dibêje, tiştekî wusa tuneye û birêz Talabanî du rojên din vedigere Kurdistanê.

Hun dikarin sohbeta hevkarê me Heyder Kerîm ya ligel Dr. Nejmedîn Kerîm bi lînka “Guhdarî kirin MP3” jorîn guhdarî bikin.

XS
SM
MD
LG