Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Pomeroy Girîngîya Şikefta Şanîder ya jibo Mirovahîyê Dinirxîne


Pisporên Zanîngeha Cambridge rûyê Neandertaleke jin ya 75,000 salî jinûve çêkir ku ew jî dengekî mezin li cîhanê vedaye.

Endama wê tîme, Dr. Emma Pomeroy dibêje ku Şikefta Şaneder jibo têgihiştina mirovahî ya ji dîrok û pêşdîrokê cîhekî dîrokî yê pir balkêş e.

"Şikefta Şaneder jibo femkirina pêşveçûna xizmên nêzîk yên Neanderthalan pir girîng e. Ev vedîtina dawî ya Şaneder Z jî pir balkêş e, jiber ku ew beşek e ji hejmareke biçûk ya bi kêmî ve 5 kesên li cîhekî gelekî biçûk e. Ev şikeft dora metreyek bi metre û nîvekê ye, û 50 cm jî kûr e. Ev yek gelekî girîng e, jiber ku xuya dike ku ew vedigerîn vê şikefta mezin ku mirîyên xwe veşêrin. Ev yek herwiha pêşnîyar dike ku hinek zanîna kultûrî li vir heye, hinek bîranîn."

Wek pirsa peywendîya Şaneder Z û hestîyên din yên nava şikeftê bi Kurdan re heye yan ne, Dr. Pomeroy bal dikşîne ser valahîya mezin ya navbera gelên dema niha û mirovên dema Neanderthal ku berî 75 hezar salan jîyane.

"Lewra ez dibêjim peywendîya rasterast di navbera mirovên Neanderthal û mirovên herêmê tuneye. Lê, ger em bi giştî berê xwe bidin xelkê li seranserê cîhanê, hinek ji DNA ya mirovên Neanderthal li cem wan heye, ji bilî hinek gelên Afrîqayê. Lewra, ji wî alî ve, peywendîyek di navbera wan û me de heye. Lê em hîn nizanin ku ev têkilî li çi deverê çê bûye. Gelo kengî mirovên wek me û yên Neanderthal hatin cem hev û zarok ji hev anîn. Îcar, dijwar e ku em peywendîyên rasterast çêkin, lê helbet gelekî girîng e ku ev paşmayî li Kurdistana Îraqê hatin dîtin. Ew diyar dike çiqas tişt li vê deverê hene ku em derbarê dema ya kevin û ya demên dawî têbigihêjin. Kurdistan bi şûnwarên qadîm gelek balkêş e loma jî gelek xweş e ku mirov li wir bixebite."

Kerem kin hevpeyvîna me ya bi Dr. Pomeroy re temaşe bikin:

Dr. Pomeroy Girîngîya Şikefta Şanîder ya jibo Mirovahîyê Dinirxîne
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:06 0:00

XS
SM
MD
LG