Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Seydo: Biryara Hilpisartina Sûrîyê li Komkara Ereb Erênî ye


Dr.Kamal Sido

Roja Şembî Komkara Ereb briyar da beşdariya Sûrîyê di civînên wê hevlbendiyê de bêne ragirtin heta demê Sûrî tondûtîjiyê radigre.

Hejî gotinê ye li destpêka vê mehê hikêmeta Serok Beşar el Esed li ser pêşniyarek Komkara Ereb razî bû bo dawî anîna aloziyan lê kuştina xwepêşanderan berdewam bû.

Serbaret wî biryarê, Dr. Kemal Seydo, Serokê Beşa Rojhilata Navîn ya Komela Gelên di bin Gefê de, di nav hevpeyvînekê de ku hevkar Kawe Kurmanc pêkaniye bo dengê Amerîka di axivit.

Dr. Kemal Seydo dibêjit rijîma Sûrî di nav roj û mehên xwe yên dawiyê de ye û gel nîgeranî kêşeyên navxweyî ye piştî ketina rijîmê.

Hevdem, Dr. Seydo dibêje Kongereya Nîştinamî ya Kurd li Sûrîyê dibe bi hemî aliyên siyasî re, PYD jî di nav de, danûstanê bike bo hindê Kurd bibin xwedî yek helwêst û nakokî dernekevin.

Bo guhdarî kirina wê hevpyvînê li ser fayla dengî kilîk bike

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG