Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Zara Salih: Amerîka Her Gav Piştgîriya Gelê Sûrîyê Dike


Dr. Zara Salih: Amerîka Her Gav Piştgîriya Gelê Sûrîyê Dike

Di axaftina xwe ya salane de, Serok Barack Obama bal kişand ser serhildana ku li Sûrîyê diqewime. Birêz Obama da zanîn ku rejîma Beşar El Esed dê nêzîk nas bike ku "hêzên guhertinê" nayên vegerandin û “rûmeta mirov” nabe were înkar kirin. Ev şirove hatine dan, di demekê de ku rejîma Sûrîyê gefeyên herêmî û navneteweyî bo rawestandina tundûtûjîyê dijî xwepêşanderên demokrasîxwaz piştguh dike.

Di hevpeyvîna ligel Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskar û siyasetvan Dr. Zara Salih dide zanîn ku şoreşa Sûrîyê pêdivî bi wan hêzên navneteweyî, wekî Amerîka, heye ku alîkarîya sîyasî bidin gelê Sûrîyê.

Dr. Salih eşkere dike dê ti guhertin li Sûrîyê nebe eger Amerîka û hêzên din yên dinyayê piştgîriyê nedin.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe fayla dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG