Odeya Doktorên Stenbolê jibo Endamê Civata Rumetê yê Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) Dr. Şeyhmus Gokalp li Stenbolê daxuyanîyek da.
TTB bi daxuyanîye ji Dr. Gokalp re, ku bi tawana “endamtîya rêxistina terorê” girtî ye, azadî xwest û got ku ew bi awayekî dijî hiqûqê hatiye girtin.
Daxuyanî ji alîyê Seroka Konseya Navendî ya Yekîtîya Doktorên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncancı ve hat xwendin.
“Bi girtina Dr. Şeyhmus Gokalp dixwazin çavê TTB’ê bitirsînin. Dîsa, bi vê girtinê dixwazin ku TTB’ê ceza bikin jiber wê di pandemîya COVID-19’de xeletîyên Wezareta Saxlemîyê ya Tirkîyê eşkere kirin.”
Fîncanci herwiha dîyar kir ku Tirkîye qanûnên xwe paşguh dike. “Gokalp bi îfadeya şahîdekî veşartî û jiber civîneke ku beşdar nebûye hatiye girtin. Ew bê suc e.”
Dr. Gokalp, di çarçoveya lêpirsîna li ser xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) di 20’ê Mijdara 2020’an de li Amedê tevî 75 kesan hatibû desteser kirin û paşê ew û çar kesên din hatibûn girtin.
Hêjayî birxistinê ye ku runiştina doza Gokalp ya yekê 10’ê Sibatê dê li Dadgeha Amedê were dîtin.