Lînkên eksesibilîtî

Dr.Hekîm: Projeya PYD ya Rêvebirîya Demkî Gaveke Xeter e


Piştî ragihandina Rêvebirîya Demkî hem ji nav Kurdan, hem jî ji bîragiştî ya cîhanî reaksîyonên erênî û neyênî bilind dibin.

Piştevanên vê planê dibêjin li herêma Kurdan valahîyeke rêvebirêyê heye û tiştekî pêdivî ye ku Kurd jîyana xwe ya rojane bi xwe birêve bibin.

Lê, dijberên vê projeyê bawer dikin ku ev projeyeke PYD ye û ti feyde ji Kurdan re nayîne. Hin partîyên Kurdan xwe ji vê hewlê dûr dixin û rexneyên xwe tînin vê biryarê.

Partîya Demokrata Kurd li Sûrîyê anku El Partî, ku Dr. Abdulhakîm Beşar rêbertîya wê dike, bi tundî dijberîya vê rêvebirîyê dike.

Birêz Beşar dibêje, Rêvebirîya Demkî projeya PYD ye û ew bi ti awayî piştgirîya wê nakin.

Dr. Hakîm bawer dike ku ragihandina rêvebirîyeke vî rengî tirs û xemên opozîsyona Sûrî zêde dike ku Kurd dixwazin axa Sûrîyê perçe bikin.

"Ragihandin tiştekî wiha xeter e jiber ku ne li nav Sûrîyê ne jî li derve piştgirî nabîne.Opozîsyona Sûrî li dijî wê ye, Tirkîyê, Amerîka hemî dijî we ne."

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG