Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Nasir Hecî Mansur Ser Rewşa Ewlehîya Cezîre Agahîyên Girîng Dide


Şervanên YPG li Serêkanîyê
Şervanên YPG li Serêkanîyê

Di hevpeyvîneke taybet de Dr. Nasir Hecî Mansur, Berdevkê Wezareta Parastinê ya Kantona Cezîre li ser şerê enîya Serêkanîyê û Cezaa agahîyên girîng dide Dengê Amerîka.

Birêz Mansur dibêje, hejmarên çekdarên DAÎŞ, piştî êrîşên dawî li cebheya Serêkanîyê û Cezaa dixwazin xwe radestî YPG bi kin û çekan bavêjin.

"Me taktîkên nû li ser cebheya Serêkanîyê bi kar anî, mîna derbazbûna li nav paş xetên DAÎŞ û lêxistina wan ji paş ve, ev encamên pir mezin me bi dest xistin"

Li ser pirsa ku heta niha firokên koalîsyona navnetewî li Serêkanîyê êrîşên esmanî li ser armancên DAÎŞ pêk anîye, Dr. Nasir vê xalê wiha şîrove dike:

"Jibo çareserkirina rewşa Kobanê bi temamî dive korîdorek di navbera Serêkanîyê û Kobanê de vebe. Ew jî di rêya rizgarkirina Girêsipî de ye, ev jî armanca me ya operasyonên li rojavayê Serêkanîyê ye."

ZO_12_24_14
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:40 0:00

XS
SM
MD
LG