Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Merasîma Rêzgirtinê li Giyanê Siyasetvanê Kurd Dr. Necmedîn Kerîm li Washington


Merasîma Salvegera Dr. Necmedîn Kerîm li Washington
Merasîma Salvegera Dr. Necmedîn Kerîm li Washington

Ofîsa Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washington bi hevkarî li gel Enstîtûya Kurdî li Washington û Malbata Dr. Necmedîn Kerîm Pêncşemê 9ê Kanûna Pêşîn merasîmek rêzgirtinê bo giyanê kesayetî û siyasetvanê Kurd Dr. Necmedîn Kerîm lidarxist, di merasêmê de, Nûnera Himûmeta Herêma Kurdistanê birêz Beyan Samî Abdurahman pêşî axiftinek kir û derbarê kar û xebata Dr. Necmedîn axift û bal kişand ser rolê giring yê Dr. Necmedîn di çêkirina têkilyan de û dirûst kirina piran di navbera Kurdên Amerîka da li aliyekî û li aliyê din çêkirina peywendiyên dîplomasî di navbera siyasetvanên Kurd û biyanî.

Senatorê Amerîkî Chris Van Hollen nûnerê wîlayeta Maryland, di merasîma rêzgirtinê da amade bû û peyvek pêşkeş kir û rolê Dr. Necmedîn bilind nirxand û got ku ew hevalekî nêzîk yê Dr. Necmedîn bû û di demên hesas û kirîtîk de bi hevre kar kirine jibo gelê Kurd û di dema koçberiya giştî da ya Kurdên Îraqê li sala 1991ê bo ser sinoran ew û Dr. Necmedîn li hewara wan penaberan çûne û daxwaza alîkariya madî û siyasî bo kurdan kirîye.

Van Hollen herwiha got ku Dr. Necmedîn Kerîm rol hebû di hemû wan alîkarî û destkeftiyên ku Kurd gihanê û ew welatparêzekê Kurd yê ji rêzê bû.

Şivan Necmedîn. Kurê Dr. Necmedîn Kerîm, peyva malbata rehmetî pêşkeş kir û behsa giringiya Dr. Necmedîn kir weke bab, weke Kurdperwer û weke Nijdarekê serkeftî û behsa hin bîranîn û karên bavê xwe kirin.

Di merasîmê de dîsan belge fîlemk hat nîşan dan ku ji aliyê kenala Rudawê de hatbû amade kirin ku bi 10an kesayetî û siyasetvan, serokên partîyên Kurdan û rêxistinên kurd, herwiha siyasetvan û kesayetiyên biyanî li ser rolê Dr. Necmedîn di wê belge fîlma taybet axiftin kirin.

Behsa wî hat kirin kanê çawan wî Xebat kir bû ava kirina Kongreya Netewî ya Kurd li Amerîka (KNC), ava kirina Enstîtûya Kurdî li Washington, navbeynkariya aştiya nav partiyên kurdan û daxwazên wî bo hemî kurdan li her welatê kurd lê dijîn û hebûna rolê wî yê karîger di vekirina beşê Kurdî yê Dengê Amerîka, VOA de.

Dê êvariya rêzgirtinê de gelek kesayetiyên Kurd û yên Amerîkî, senatorên Amerîkî û berpirsên ji wezareta derve di amade bûn.

Ji hejî bîrxistinê ye ku Dr. Necmedîn Kerîm, di salên 1960an ketîye di nava xebat û siyaseta Kurdan de, piştî ketina şorişa kurdên Îraqê li sala 1975ê ew tê Amerîka û dibe nijdar, piştî çend salan ji ketina rejîma Sedam Hûsên vedigere ve Îraq û Herêma Kurdistanê, dibe endamê serkirdayetiya Yekîtî Niştîmanî Kurdistan YNKê ya bi serokatiya Celal Talebanî Serokomarê berê yê Îraqê, herwiha di sala 2010ê de, dibe endamê parlementoya îraqê û paşî dibe parêzgarê Kerkuk, ku ew bixwe, ji esil da rûniştvanê bajarê Kerkukê bû.

Dr. Necmedîn Kerîm 31ê Oktobera sala 2020ê bi celteya mejî li Washington koça dawî kir.

XS
SM
MD
LG