Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Welîd Şêxo: Emê Karê Sîyasî bi Navê Partîya Azadî Bidomînin


Sîyasetvan Dr. Welîd Şêxo do Çarşemê daxuyanîyek belav kir û tê de ragihand ku ewê karê Partîya Azadî ya Kurd bidomînin.

Şêxo dibêje, tevlîbûna Azadî berê di Yekîtîya Sîyasî de, niha jî di Partîya Demokrata Kurdistanê-Sûrîye de bi awayekî rekûpêk bi cîh nehatiye.
"Em niha hewil didin ku bi partîya me anku Partîya Azadî karê xwe yê sîyasî bidomînin. Loma jî amadekarî dikin ku di demek nêzîk de kongreya xwe pêk bînin."

Dr. Şêxo dide zanîn ku helwesta wî ya dema Kongreya Cenev bûye sedema nerazîbûna rêbertîya partîyê li dijî wî.

"Rêberîya partîya bi hin bahaneyên em ji partî dûrxistin jiber ku me nerazîbûna xwe ya tevlîbûna Kongreya Cenevre dîyar kiribû. dîrok em rast derxistin jiber ku ji wê konferansê ti feyde ji Kurdan re nehat."
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:07:06 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG