Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Draghi û Biden di 10'ê Gulanê de Wê li Washingtonê Hevdîtinê Bikin


Ofîsa Serokwezîrê Îtalî Mario Draghi îro Çarşemê ragihand ku ewê di 10’ê Gulanê de li Washingtonê bi Serokê Amerîkî hevdîtinikê bike.

Daxuyanîya ofîsa Draghi dîyar kir ku mijara serekî ya hevdîtina her du rêberan wê Ukrayne be û di civînê de pîvanên hevbeş yên bo piştgirîya gelê Ukraynî û pêşîgirtina êrîşkarîya Rûsî gotûbêj bikin.

Draghi û Biden herwiha li ser ewlehîya enerjîyê jî biaxifin û alternatîfên gaza Rûsî jî nîqaş bikin.

XS
SM
MD
LG