Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa: Harîrî Vexwendina Me Pejirand


Le Drian ligel prensê Saudi Mohammed bin Salman li Rîyadê
Le Drian ligel prensê Saudi Mohammed bin Salman li Rîyadê

Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Yves Le Drian dîyar kir ku Serokwezîrê Saad Harîrî vexwendina wan qebûl kiriye, ewê jî Rîyadê derkeve û derbazî Parîsê bibe.

Le Drian ji rojnamevanan re ragihand ku bi karbidestên Saudî re axifîye û derbarê serdana Harîrî agahî dane wan.

Le Direan ser dema serdana Harîrî ti agahî neda, lê wî got ku ‘’Harîrî kengî bixwaze dikare were’’ û ewê wî bi awayekî dostane pêşwazîya wî bikin.

Harîrî, di serdana Rîyad ya paytaxta Erebîstana Saudî de, dabû zanîn ku jiber gumana kuştinkarîyeke dijî wî dest ji serokwezirîya Lubnanê berdabû.

Serokomarê Lubnanê Michel Aoun, Erebîstana Saudî bi desteserkirina Harîrî tawanbar dike. Erebîstana Saudî van îdiayan red dike û dîyar dike ku Harîrî kengî bixwaze dikare ji wî welatî derkeve.

Piştî daxuyanîya Fransa, Aoun ji ser hesabê xwe yê Twitterê dîyar kir ku bi vexwendina Harîrî û pejirandina wî ‘’destpêka peyvajoya çareserî ye’’

‘’Ez li bendê me ku Serokwezîr Harîrî ji Parîsê vegere û em tev rûnin ser siberoja hikûmetê biryarê bidin,’’ Aoun got.

XS
SM
MD
LG