Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Helebê Êrîşên Rejîma Sûrî li Dijî Kurdan Didomin


Di vê fotoyê de bajarê Helebê bûye wêran
Raportên medyayê radigihînin ku nêzîkî hefteyek e hêzên rejîma Esed bi çekên giran û firokan êrîşî taxa Şêx Maksud dikin ku piranîya rûnîştîyên wê Kurd in.

Li hember wan êrîşan hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Kurdan li dijî êrîşên giran diparêzin.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, endamê Komîsyona Rêvebir ya Tevgera Civata Demokratîk (TEV-DEM) Dr. Nasir Hecî Mansur agahîyên berfireh li ser şerê dijwar yên li Helebê dide.

Birêz Mansur dibêje, hêzên rejîmê wekî dînan û bi awayekî hovane êrîşî Kurdan dike û dixwaze ji wan re bêje ku "ez he me û eger hun li dijî min bisekinin ezê ceza we bidim".

Nasir Hecî Mansur gilî û gazincan ji partîyên Kurdan re dike ku li vê dema ku bi hezaran Kurd cîh û warên xwe terkandine, bêdeng dimînin û piştgirîya YPG'ê nakin.

Endamê Komîsyona Rêvebir ya Tevgera Civata Demokratîk (TEV-DEM) herwiha dibêje, tevî ku ew û Artêşa Azad dijî rejîma Esed şer dikin jî, li nav wan hevkarîyek tune ye jibe rku armanc û rêbaza wan ji hev cihê ne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG