Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Asta Êrîşên Dronan yên Tirkîyê Zêde Dibe


Otombîlek di êrîşeke Turkîyê 20 Hezîranê 2023 li navçeya Qamişlo hat armancgirtin
Otombîlek di êrîşeke Turkîyê 20 Hezîranê 2023 li navçeya Qamişlo hat armancgirtin

Droneke Tirkîyê do Pêncşemê trimbêlek li rojavayê Qamişlo kire armanca xwe, li gor karbidestên xwecihî di encama wê êrîşê de çar kesan jîyana xwe ji dest dan û du jî birîndar bûn.

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi daxuyanîyekê de nasnameya kesên kuştî eşkere kir.

"Di encama êrîşê de 4 fermandarên me şehîd bûn û 2 şervanên me jî birîndar bûn. Fermandar û şervanên me yên ku rastî êrîşê hatin, di îcazeyê de bûn," HSD'ê di daxuyanîya xwe de got.

Di berdewamîya daxuyanîyê de HSD'ê ragihand ku "yek ji fermandarên me yê şehîd ket Aram Mehmed Îbrahîm hevalekî gazî bû ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de birîndar bibû. Hevalên me Diyar Cuma Xelîl, Ehmed Fadil Simo û Barzan Mistefa Şexmûs bi salan jibo parastina Rojava têkoşîn dikirin."

Tirkîyê derbarê vê êrîşê ti daxuyanî nedaye, lê berê gelek caran behsa êrîşên xwe yên bi dronan li bakur û rojhilatê Sûrîyê kiriye.

Salih Mislim, Siyasetvanê Kurdê Sûriyê
Salih Mislim, Siyasetvanê Kurdê Sûriyê

Salih Mislim, hevserokê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD), di daxuyanîyeke taybet de ji bo Dengê Amerîka got ku asta êrîşan zêde bûne, piştî civînên Astana bi hemahengî navbera Rûsîya, Tirkîyê, rejîma Sûrîyê û Îranê de.

"Armacên alîyên Asitana yek hilweşandina Rêvebirîya Xweser û ya din derxistina Koalisyona Navnetweyî ji Sûrîyê ye," Mislim got.

Derbarê helwesta Amerîka ji êrîşên Tirkîyê, Hevserokê PYD'ê got ku "Amerîka ji van êrîşan ne razî ye, lê ser erdê jibo rêgirtina ber van êrîşan ti kar ji alîyê Amerîka û koalisyonê ve nayê kirin."

Amerîka çend caran ragihandiye ku girjîyên li bakurê Sûrîyê bandoreke neyênî li şerê dijî mîlîtanên DAIŞ'ê dike.

Di nava 8 rojan de 10 kes bi êrîşên dronên Tirkîyê hatine kuştin, li gor jêderên xwecihî.

Roja Îna borî droneke Tirkîyê gundê Xirbê Xwê kir amranc û di encamê de çar şervanên HSD'ê jîyana xwe ji dest dan.

Berî wê bi rojekê, dronek Tirkîyê du otombîl li navçeya Qamişlo armanc girt. Di encamê de sê kesan jîyana xwe ji dest dan, du birîndar bûn.

Tirkîyê bi berdewamî dibêje ku ew cudahîyê naxe navbera HSD, YPG û PKK'ê û hemû wekî rêxistinên terorîst dide zanîn.

Li gor rêxistinên mafên mirov, Tirkîyê hebûna Kurdên Sûrîyê armanc dike, û sivîl û zarok di nava qurbanîyên van êrîşan de hene.

Li gor amarên Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov, ji destpêka sala 2023'an heta 4ê Tebaxê hejmara êrîşên dronan ên Tirkîyê li ser herêmên Kurdên Sûrîyê gihiştiye 30. Tenê di meha Hezêrana bûrî de 15 êrîş pêk hatin û di encama wan de 52 kesan jîyana xwe ji dest dan, di nav wan jin û zarok bûn, ligel 41 kes birîndaran.

Deng_Asta êrîşên Turkîyê zêde bûne.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:34 0:00
XS
SM
MD
LG