Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşa Dronî ya Tirk de 1 Kes li Qamişlo de Hat Kuştin û 3 jî Birîndar Bûn


Dîmeneke ji êrîşa dronî ya dewleta Tirk ya li nêzî gundê Sêgirka, li Qamişlo
Dîmeneke ji êrîşa dronî ya dewleta Tirk ya li nêzî gundê Sêgirka, li Qamişlo

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekarîya Hundirîn ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê (Asayîş) bi daxuyanîyeke ragihand ku doh Duşemê di êrîşa dronî ya dewleta Tirk de otombîleke sivîlan hatiye armanc kirin û di encamê de welatîyekî jiyana xwe ji dest daye û 3 welatî jî birîndar bûne.

Navendê dîyar kir ku êrîşa dronî doh Duşemê (30 Gulan) di demjimêr 05: 28’ê êvarê de li nêzî gundê Sêgirka ya ku girêdayê bajarê Qamişlo pêk hatiye.

“ Droneke artêşa Tirk ya dagirker otombîleke sivîlan ya li nêzî gundê Sêgirka yê Qamişlo berêvara 30’yê Gulanê kir armanc. Kisra Melek şehîd bû û 3 welatiyên din jî Mihemed Bîlal Remezan û Bîlal Remedan û herwiha welatîyeke jin birîndar bûne, “ di daxuyanîyê de hat gotin.

Hêjayê bîrxistinê ye ku di 11’ê Gulanê de li ser rêya Heleb û Kobanê otombîleke û di nava bajarê Kobanê de jî maleke bi dronan hatibûn armanc kirin.

Xaleke leşkerî ya HSD’ê ya li rojhilata navçeya Eynîsa ya li nêzî rêya M4 di 22’ê Gulanê de bi dronan hatibû armanc kirin.

Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan herî dawî di 23 Gulan,2022’an de ser herêmên Kurdên Sûrîyê gefa operasyona çara ya xwaribû.

Piştî civîna Civata Ewlekarîya Niştimanî ya Tirkîyê (MGK) ya hefteya borî jî rê dabû Erdogan ku wê oprasyonê pêk bîne.

Wezarata Derve ya Sûrîyê Duşema bertek nîşanî daxuyanîyên Erdogan da û dewleta Tirk wek dewleteke dagirker bi nav kir û got ku divê binpêkirinên Tirkîyê bêne rawestandin.

" Tişta ku Tirkîye dike, di bin navê avakirina herêma ewle di hundirê Sûrîyê de karekî şerm e û beşek ji sîyaseta paqijkirina etnîkî û erdnîgarî ye.

Hêzên Ewlekarîya Hundirîn ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê di dawiya daxuyanîya xwe de bang li hêzên navneteweyî kir û wiha got:

''Pêwîst e ku dewletên garantor li hember van êrîşan berdewam bi erkên xwe rabin".
Herwiha hate zanîn ku birîndarên êrîşa doh duşemê li nexweşxaneyên bajarê Qamişlo têne derman kirin.

Hun dikarin tevahîya raportê ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Di Êrîşa Dronî ya Artêşa Tirk li Qamişlo de 1 Kes Hat Kuştin û 3 jî Birîndar Bûne
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:52 0:00
XS
SM
MD
LG