Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Taxeke Bajarê Silêmanîyê Rastî Du Êrîşên Dronan Tê

Yek ji herdu êrîşên li taxa Bextiyarî li Silêmanîyê.
Yek ji herdu êrîşên li taxa Bextiyarî li Silêmanîyê.

Du dronan derengî Yekşemê êrîşî yek ji taxên herî qelebalix ên bajarê Silêmanîyê li Herêma Kurdistanê kirin.

Piştî êrîşê, dîdevanekî li taxê ji Dengê Amerîka re got ku êrîş di nîvê şevê de pêk hat û ew ji dengê bilind ê teqînê şok bûye. Dema ku dengê teqînê li seranserê bajêr hate bihîstin, tirsek di nav xelkê sivîl de peyda bû.

Dîdevanekî din ji Dengê Amerîka re got ku dengê teqîna dronan zarokên razayî şiyar kirin.

Dîdevanekî li taxa Bextiyarî, ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Dengê Amerîka re got ku di encama êrîşê de yek ji avahîyên taxê hilweşîya û ziyaneke mezin dîtîye.

Dora 10 xulekan piştî êrîşa yekem, êrîşeke duyemîn a dronan li heman deverê pêk hat. Piştî êrîşê hejmareke mezin ji hêzên ewlekarîyê li taxê hatin bicihkirin.

Ev cara yekem e ku Îran û komên Îraqî yên girêdayî wê êrîşî taxekê li navenda Silêmanîyê dikin, li vê dema ku êrîşî bajarên Herêma Kurdistanê dikin.

Ji destpêka êrîşên Amerîka û Îsraîlê li dijî rejîma Îranê ve, Îranê û komên wê zêdetirî 600 êrîşên mûşek û dronan li ser Herêma Kurdistanê pêk anîne. Di encamê de herî kêm 14 kes hatine kuştin û 93 kesên din jî birîndar bûne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kiriye ku ew ne beşek ji şer e û hewlên mezin dane bo rawestandina van êrîşên mûşek û dronan.

This item is part of
XS
SM
MD
LG