Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dubaî Qedexeya Derketinê bo Hefteyekê Din Dirêj Dike


Bajarê Dubaî ya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî biryara derneketina ji malê ya 24 saetî bo hefteyekê dirêj kir ku bo pêşîgirtina belevbûna vîrusa korona hatibû dayîn.

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ye, ji 26’ê Adarê vir ve qedexeya derketina ya şevê ragihandibû ku sûk û kolan werin paqij kirin.

Dubaî ku navenda bazirganîya Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî ye, di 4ê Nîsanê de ew biryar qulipandibû derneketina ji malê ya 24 saetî ya du hefteyî.

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî roja Pênçşemê 460 pêketîyên nû ragihandibûn û bi tevahî hejmra giheştibû 5,825 pêketîyan.

Herwiha, du mirinên nû jî hatibû ragihandin û hejmara giştî ya mirinên ji korona jî bûbû 35 kes, ti hûrgilîyên din yên ser kesên mirî nehatibûn dayîn

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî di nav şeş dewletên Kendavê de, piştî Erebistana Saûdî ya cîrana wê, di hejmara tûşbûyîyên vîrusa korona de di rêza duyê de ye.

Hîjayî balkişandinê ye ku di nav her şeş dewletên Kendavê de hejmara pêketîyan 22,000’an derbaz bûye û zêdetirî 140 kes jî mirine.

XS
SM
MD
LG