Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şanda Îsraîlê Beşdariyê di Konferensa Seqayê de Dike li Duabi


Wezareta Derve ya Îsraîlê îro Duşemê ragihand ku şanda wan ya dîplomasî beşdarî di konferensa Navnetewî ya Seqyê de li Îmaratên Yekgritî yên Arabî.

Daxuyaniya wezareta derve ya Îsraîlê dide zanîn ku Yisrael Katz wezîrê derve çûye Duabi û di çarçova Konferensa Seqayê de li gel berpirsê di asta bilind yê Îmaratên Yekgirtî yên Arabî de û sekirterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres civîya ye.

Îsraîlê Têkiliyên Dîplomasî li gel Îmaratên Arabî yên Yekgirtî nînin, lê vê dawiyê ji ber Îranê tirsa wan ya hevbeş hey ji ber baladestiya Îranê li herêmê, ev sedeme ku peywendiyên her du welatan xurt bûne.

Di daxuyaniyê de Katz dibêje "Di Konferansê de, wî nûnertîya berjewendiyên Îsraîlê dikir li hermber welatên Kendavê".

Serdanên berpirsên Îsraîlê yên di asta bilind de bo welatên Kendavê gelek kêmin, lê vê dawiyê ev serdan zêde dibin.

Wek tê zanîn ku sala derbasbûyî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu serdana Oman kir bû, ew serdana yekê bû, ji bbo welatên Kendavê heta ku Konferansa Aştiya li Rojhilata Navîn li hefteya bûrî ya ku li Bahreyîn hatî encam dan.

XS
SM
MD
LG